PADÊ: Wefata Mistefa Hesen Gewre ji bo gelê me ziyaneke mezin e

Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) bi minasebeta vefata Mistefa Hesen Gewre peyameke sersaxiyê weşand.

Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) bi minasebeta vefata Mistefa Hesen Gewre ku di şopandina doza Ferman, Enfal û Qirkirina gelê Kurd de xwedî rolekî mezin bûye peyama sersaxiyê weşand û ji malbat,xizmên wî û hemû mirovên azadîxwaz ê gelê Kurd re sersaxî xwest. Her wiha ragihand: “Ked û westandina Mistefa Hesene Gewre ya ji bo danasîna êş û azarên gelê me ji hemû cîhan û raya giştî wê tu carî neyê ji bîrkirin.”

PADÊ di peyama xwe de bal dikêşe li ser dîrokîbûna xebatên Mistefa Hesen Gewre û dibêje: “Bê guman kesên ku ji bo gelê xwe û mafên rewa yên wê têbikoşe û kedê bide wê her tim di nav dil û giyanê gelê wê de zindî bimîne û wê navê wan di rûpelên dîroka gel de biçirise.”

PADÊ peyama xwe wiha domand: “Mistefa Hesen Gewre têkoşerê rasteqîn ê gelê me bû û cihê destê wî di nasandina sûcên Ferman, Enfal û qirkirina li ser gelê me ji raye giştî ya cîhanê re diyar e, ji ber wê jî wefata Kak Mistefa em dilgiran kir û ji bo gelê me ziyaneke mezin e.”

Di dawiya peyamê de PADÊ ji malbat û xizmên wî û hemû têkoşerên rêya azadiyê yê gelê Kurd re sersaxî xwest û diyar kir: “Mistefa Hesen Gewre rojnamevan û rexnegirekî wêrek û pêşmergeyekî yê çepera xebatê bû ku teslîmiyet qebûl nedikir. Wê rêya wî her tim zindî bimîne. Em careke din ji malbat û xizmên wî û hemû têkoşerên rêya azadiyê ya gelê me re sersaxiyê dixwazin.”