'Ocalan hêviya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir, bi milyonan kes Ocalan weke îradeya xwe dibînin û got: "Îrdeya bi milyonan însanî nayê tecrîdkirin. Ev îrade hêviya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye."

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir di roja 41'ê de ye.  Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên di şexsê Guvenê de hatin destpêkirin nirxand.

'ÎRADEYA BI MÎLYONAN MIROVÎ NAYÊ TECRÎD KIRIN'
 
Ozturk da zanîn ku ji sala 1999'an û vir ve tecrîdeke girankirî li dijî Ocalan tê meşandin û wiha axivî: "Tecrîda girankirî car carna sivik bû û carna jî bi polîtîkayên şer ên AKP'ê giran bû.  Mirov dikare bêje ku tecrîd bi rêk û pêk her tim hate şidandin. Tecrîdeke bi vî rengî girankirî li devereke din a dinyayê nîne. Bi milyonan mirov birêz Ocalan weke îradeya xwe dibîne û ji bo vê jî îradeya milyonan nayê tecrîdkirin. Ev îradeya gelan ji bo gelê Tirkiyeyê û Kurdisatnê hêvî ye. Ji bo çi hêvî ye? Ji bo azadî, aştî, demokrasî û aramiya welat hêvî ye. Ocalan bi peyvek xwe dikare rewşa Tirkiyeyê biguherîne. Bi girankirina tecrîdê re Tirkiye windahiyên mezin dide. Ji bo Tirkiye windahiyên mezintir nede divê tecrîd bi dawî bibe.  Sereke muxatabê pirsgirêka Kurd birêz Ocalan e û mînaka vê yekê jî dîrokê nîşan da ye. Ji bo rewşa Tirkiyeyê bê guhertin û Tirkiye bigihêje aramiyê divê tecrîd rabe. Tecrîd qedera Tirkiyeyê tayîn dike."

'AKP BI ZILMÊ EMRÊ XWE DIRÊJ DIKE'

Ozturk bal kişand ser polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê û wiha pê de çû: "Hikumeta AKP'ê di van sê salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake. Ji ber vê yekê jî êrîşên xwe yên li ser bajarên Kurdistanê giran kirin û bajarên Kurdan bi tanq û topan xera kirin. Em îro dinêrin Şirnex bajarekî Tirkiyeyê ye lê AKP bi tanq û topan li Şirnexê hemû qadên jiyanê hilweşand û komkujî pêk anî. Li aliyê siyasî jî her roj bi awayekî aktîf êrîş dike û siyasetmedarên Kurd destgîr dikin, bi qanûnên çêkir dixin girtîgehê. Şerê li Kurdistanê bandorê li Tirkiyeyê dike. Li Tirkiyeyê tu kes nikare qala aştî û demokrasiyê bike. Kesê ku qala aştî û demokrasiyê dike, dewlet êrîş dike û dixe girtîgehê. Tirkiye gihiştiye astek ewqas xeter ku kesên li ser malpera civakî jî parvekirina dike tên darizandin. AKP bi zilmê û zordestiyê xwe li ser linga digire û bi vê rêbazê emrê xwe dirêj dike. AKP bi tu awayî xwe li rêxistinkirina Kurdan nagire, pêşketinek herî biçûk a Kurdan bibîne bi hemû hêza xwe êrîş dike. AKP ji bo ku Kurdan bê îrade bike bi hemû hêza xwe êrîş dike, lê belê gelê Kurd û tevgara wê bi tu awayî serî netewînin.  Rewşa ku niha em dibînin navê wê faşizme û ev faşîzm jî li Îmraliyê dan destpêkirin. Birêz Ocalan tenê ne şexseke û îradeya mîlyonan e."

'KURD XWEDÎ LI QÎRÎNA GUVEN DERDIKEVIN'

Ozturk da xuyakirin ku Kurd li qîrîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwedî derdikevin û got: "Hevseroka me Leyla Guven jî mîna hemû siyasetmedarên Kurd", ji perspektîfên birêz Ocalan bi bandor bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê Guven beşdarî tevgera siyaseta Kurd dibe. Di nêrîna gelê Kurd de tu tişt ji birêz Ocalan girîngtir nîne. Gelê Kurd bi salane ji bo vê bedel didin û em amade ne bedelên hîn girantir bidin. Leyla Guven jî, yek ji  nûnerên gelê Kurd, Hevseroka KCD'ê û tevgera siyaseta gelê Kurd e. Ji ber vê seknek wiha nîşan da. Niha AKP baş dizane Guven ji çalakiyên greva birçîbûnê mafdar e. Ji ber wê jî naxwaze ev mafdariya Guven li nav gel belav bibe. Niha AKP bi zext, zor, şer û tecrîdê xwe li ser piyan dihêle. Ji ber daxwazên Guven ên herî mirovî û rewa ne ev destihilatdariyê tengav dike. Ji ber wê jî êrîş dike."