Ozturk: Muxatab Abdullah Ocalan e

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, destnîşan kir ku çareserî enceq bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkna e.

Şandeya ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz pêk tên di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê de li Wanê piştî bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn derbasî Kuçeya Hunerê bûn û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Parlamentera HDP’ê ay Wanê Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Şandeyê beriya daxuyaniyê serdana Komeleya Malbatên Girtiyan kir û derheqê xebatên komeleyê agahî wergirtin.

Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê. Li ser vê yekê şande çû ber avahiya HDP’ê û daxuyanî da. Polîsan xwest li vir jî destûr neda, lê piştî rageşiyek kin daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hemû bi hev re li dijî tecrîde azadî, li dijî şer aştî” hat vekirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî da û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji sala1999’an ve li ser birêz Ocalan tecrîdek heye. Tecrîd li gorî rêveçûna pêvjoya siyasî tê guhertin, carna giran dikin carna sivik dikin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîdek giran heye. Armanca girankirina tecrîdê jî ew e ku naxwazin deng û fikrên Ocalan bigihîje gelên Tirkiyê û ev hêvî jî mezin bibe. Ew deng dengê aştî, azadî û yekîtiyê ye. Tam jî di vê nokteyê de tecrîdê li ser wekhevî, aştiya bi rûmet û azadiyê tê birêvebirin.”

Berdan destnîşan kir ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û got: “Navnîşana çareserikirina vê pirsgirêkê diyar e. Muxatabê vê pirsgirêkê Birêz Ocalan e. Heke em paradîgmaya Birêz Ocalan a pêşniyazî gelan dike dikaribin bikin meriyetê em ê dikaribin tecrîdê rakin. Azadkirina Birêz Ocalan di destê me de ye. Em ji bajarê Wanê bang li CPT’iyê dikin; durûtiyê nekin, li wan nirxên hûn diparêz in xwedî derkevin. Dema Birêz Ocalan dibe mijara gotinê hûn wan nirxan ji bîra dikin.”

Piştî daxuyaniyê şande derbasî civîna gel a li avahiya HDP’ê bû.