Ozguneş çalakiya xwe bi dawî kir

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo ku balê bikişîne ser şewata daristanên li Çiyayê Cûdî çalakiya rûniştinê li dar xistibû. Ozguneş got ku “Divê bihîstyariya li hemberî şewata li rojavayê Tirkiyeyê li Kurdistanê jî were nîşandan.”

Çalakiya ku rûniştinê ya Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî hatî destpêkirin îro di roja 3'yemîn de bi piştgirî û tevlîbûna parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, Nuran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên Sêrt, Êlîh, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Dayîkên Aşitiyê, TJA, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe û Paltforma KESK'ê bi dawî bû.

Çalakî di roja xwe ya 3'yemîn de bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû. Mûrat Ozbey li ser navê Platforma Şaxa KESKê ya Şirnexê daxuyanî xwend.

Ozbey, bal kişand ser şewatên daristanan û got: "Mîna her sal, îsal jî Cûdî, Gabar û Besta şewitandin û ev şewat hê jî didomin. Tirkiye jî bi polîtîkayên nêçîrvaniyê jiyana ekolojîk dike hedef. Em tu carî qebûl nakin ku debara gelê me ji rantxwiran re were pêşkêş kirin. Mîna ku bi salan ne bes bû ku gel çavkaniyên xwe yekpare bikin, ew niha hewl didin ku dîroka gelê herêmê tune bikin. Ev têkoşîn dê berdewam bike, heya ku em li dijî zîhniyeta talanker jiyana ekolojîk ava bikin."

Piştî daxuyaniyê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî, anî ziman ku ev destpêkek e û wiha axivî: "Ji bo ku balê bikêşîn ser şewatan û rayedaran hişyar bikin, me çalakiya rûniştina ya 3 rojî li dar xist. Em di serî de ji bo piştevanî û tevlîbûna rêxistinên me yên Êlîh û Sêrtê, yên navend, navçe, Dayîkên Aşitiyê û hevalên jin re spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em ê ji niha û pê ve jî li dijî van şewatan bêdeng nemînin û em ê hesasiyeta xwe bidomînin. Ev destpêkek e. Ji gelê me yê Şirnex û gelên Tirkiyeyê re banagawaziya me heye, çawa ku li rojavayê Tirkiyeyê dema ku şewat derdikeve em dengê xwe bilind dikin, em ji xwezaya Kurdistanê re jî vê hesasiyetê nîşan bidin. Berteka li dijî wêrankirina ekolojîk a ku pêk tê em xurt û bi hêz bikin.

Ozgûneş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hikûmeta AKP'ê meşrûiyeta xwe wenda kir. Bi ser navê qanûnê tiştek nehiştin. Çapemenî yekdest kir û hemû dezgehên dewletê veguherand dezgehên faşîzma AKP û MHP'ê. Ew bawer dike ku ew tenê bi siyaseta nakokiya hundurîn dikare li ser kar bimîne. Bi siyaseta xwe ya şer û pevçûnê, ji îro pê ve ketiye nav deynan. Bêkarî li welat sedî 30 zêde bûye. Komkujiyên li ser jinan zêde bûne. Ji serdema komarê de heta niha tu caran ev qas zilm û zordarî nehatiye dîtin. Li Tirkiyeyê bêexlaqî, fuhuş, eroîn di şexsê AKP'ê de li her deverên welat belav bûye. Faşîzma AKP û MHP ji bo Tirkiyeyê veguheriye karesatekê. Em ê têkoşîna xwe ya parastina ekolojiyê, ya demokrasiyê, parastina mafên mirovan berdewam bikin. Em HDP em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê pêngava xwe ya li dijî şer aşitî, û li dijî tecrîdê azadî mezin bikin. Ji bo ku ev hikûmeta faşîzan biçe em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên, "Cûdî dîrok e, xwedî li dîroka xwe derbikeve" bi dawî bû.

Her wiha wê sibê heyeta Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê were herêmê û li gundên ku şewat derketiye lêkolîn bike.