Ozdemîr ê di rojiya mirinê de: Tekane rê serketin e

Li Silêmaniyê Merwan Menduh Ozdemîr li hemberî tecrîdê 9 roj in di rojiya mirinê de ye. Ozdemîr got ku “Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Em canê xwe bidin jî em ê bikin. Jê pê ve tu rêyeke din tune.”

Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya Guven di nava demeke kurt de li Kurdistan û li her parçeyên cîhanê belav bû. Li girtîgehan bi hezaran kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li zindanan 30 girtiyên PKK û PAJK’ê jî dest bi rojiya mirinê kirin û berxwedan derbasî qonaxeke din bû. Di 14’ê Gulanê de jî ciwanê ji Colemêrgê Merwan Menduh Ozdemîr li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dest bi rojiya mirinê kir. Berxwedana Ozdemîr di roja 9’an de didome.

Ozdemîr ê ku di lîseyê de di nav xebatên ciwanan de bû, di sala 2011’an de dema ku 18 salî bû hate destgîrkirin û du salan girtî ma.Piştî ku hate berdan piştî îxbarekê dîsa hate girtin.

Ozdemîr ê ku di sala 2015’an de tê berdan, dîsa dikeve nav xebatan. Di xebatên hilbijartinê de bi awayekî aktîf cih girt. Herî dawîn dema ku tevlî meşa protestokirina Qetlîama Sûrûcê bû, hate destgîrkirin. Piştî çend carên din jî tê destgîrkirin û berdan, ceza lê tê birîn. Ji bo ku nekeve girtîgehê, berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Di serê havîna 2018’an de tê Başûrê Kurdistanê û berxwedana xwe li vir didomîne.

Ozdemîr dibêje ku, “Ez li Başûrê Kurdistanê ne penaber im. Ez li parçeyekî din ê welatê xwe me. Ez li ser axa welatê xwe dijîm û ez xwe wekî kesekî sirgun nabînim.”

‘ROJIYA MIRINÊ NE ÇALAKIYA MIRINÊ YE’

Ozdemîr diyar dike ku her bihustek axa Kurdistanê qada têkoşînê ye û dibêje ku “Rojiya mirinê, ne çalakiya mirinê ye. Ev berxwedan tê wateya afirandina jiyanê. Ji zû ve ye li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye û ji bo şikandina vê tecrîdê têkoşîneke xurt heye. Min jî dest bi vê çalakiyê kir. Ev çalakî xwerexnedayîna min e jî. Min niha dîtiye ku li Kurdistanê tu kes ji têkoşînê nareve. Divê were zanîn tecrîda li ser Rêbertî ne tecrîda li ser mirovekî ye. Dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn tecrîd bikin. Ev tecrîd li ser felsefeya jiyanê ye. Em jî bi çalakiyên xwe dixwazin diyar bikin ku em vê tecrîdê qebûl nakin. Min xwest ez di berxwedana ji bo têkoşîna azadiya Rêber Apo de cih bigirim û deynê xwe bidim. Ji ber vê jî tekane daxwaza me şikandina tecrîdê û azadkirina Rêbertî ye. Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Em canê xwe bidin jî em ê bikin. Jê pê ve tu rêyeke din tune.”