Otopsiya Tûran bêyî parêzerê wî hat kirin!

Otopsiya Ramazan Tûran (70) ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê şehîd bû, bêyî parêzerên wî hat kirin.

Cenazeyê Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê şehîd bû, piştî karên li Saziya Tipa Edlî ya Wanê (ATK) bi dawî bûn, birin Colemêrgê. Parêzerê Tûran Halîl Kaya diyar kir ku rapora otopsiyê bêyî malbat û parêzeran hatiye amadekirin û got ku wan rapora otopsiyê îmze nekirine.

'EM NEBIRIN OTOPSIYÊ'

Kaya da zanîn ku Tûran bi şev rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Sedsalê ya Wanê û wiha got: “Agahiyên ku me girtin ev bû ku ji ber nexweşiya bêhntengiyê ew anîne nexweşxaneyê. Serê sibê saet di 09:00’an de agahiya mirina wî dan malbatê. Tevî ku em parêzerên wî bûn jî em nebirin otopsiyê. Dozger otopsî kir û çûye. Em gihîştin qonaxa îmzekirinê. Me belgeyên otopsiya ku em tevlê nebûn îmze nekirin. Di rojên pêş de em ê hemû raporan bikin yek û serlêdanên pêwîst bikin.”