Osman: Yên ji PKK'ê re dibêjin terorîst, ew bi xwe terorîst in
Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Mihemed Osman nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên PDK û dewleta Tirk ên li Şengalê dan û li dijî van êrîşan banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurdan kir.
HALÎT ERMÎŞ
HEWLÊR
yekşem, 12 adarê 2017, 09:10
Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Mihemed Osman, êrîşa çeteyan a 3'ê Adarê ya li Şengalê ji ANF'ê re nirxand.
Osman da xuyakirin, ku ya li Şengalê qewimî rewşeke gelekî nebaş e û got, "Ev şer bandoreke gelekî nebaş li ser Kurdan dike. Aloziya navbera partiyan zêdetir kir. Gel di nava partiyan de parçe dibe. Lewma ev yek dibe sedem ku yekîtiya neteweyî ji dest biçe. Ji ber vê yekê, divê tiştên welê were kirin, ku kes newêribe careke din şerekî bi vî rengî bike.
'LI PIŞT ÊRÎŞA LI ŞENGALÊ, PLANEKE VEŞARTÎ HEYE'
Parlamenterê YNK'ê Osman wiha dewam kir: "Ya ku min fêhm nekiriye û lê pirsim ew e; madem ev kesên bi navê 'pêşmergeyên rojava' dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin, çima di wir re derbas dibin? Ma rêyeke tin tine bû? Ya ku min ji rewşê fêhm kiriye ew e; li pişt vê yekê planeke veşartî heye. Hêvîdar im wê pêşî li vê rewşê were girtin û Kurd hemû berê tivingên xwe li çar parçeyên Kurdistanê bizîvirînin dijmin. Û tevî vê yekê, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî têbikoşin."
'YÊN JI YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIREVIN, WÊ JI ALIYÊ DÎROKÊ VE BI XIYANETÊ BÊN DARIZANDIN'
Mihemed Osman diyar kir, di rewşa heyî de di navbera başûr û rojava de ti sînor nema ye û wiha dewam kir: "Ji bo danîna têkiliyan ti astengî nîne. Bi yekîtiya hêzê re têkoşîneke gelekî baş dikare were meşandin. Heman tişt ji bo Bakurê Kurdistanê jî derbas dibe. Hem weke kadroyekî YNK'ê hem jî weke parlamenterekî bang dikim; ku em hêza xwe bikin yek û li kîjan aliyê Kurdistanê êrîşek çêbû em li hember rawestin. Bi vî rengî bikin ku nikaribin bi hêsanî êrîş bikin. Bikin ku ew nikaribin bi hêsanî Kurdistanê dagir bikin û mirovên me bikujin. Em bi vî rengî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û destekê ji hêzên navneteweyî bigirin. Partiyeke ku berevajî vê tevbigere, divê zanibe ku zilmê li gelê xwe dike û dîrok wê wan bi xiyanetê dadgeh bike."
'DI ŞIKANDINA DAIŞ'Ê DE ROLA GERÎLA GELEKÎ MEZIN E'
Di dewama axaftina xwe de Parlamenterê YNK'ê Osman bal kişand ser rola gerîla di têkbirina DAIŞ'ê de û got, "Dema ku DAIŞ'ê êrîş kir, ji Xaneqînê heta Şengalê gerîlayên PKK'ê tevî pêşmergeyan bi lehengî şer kirin û şehîd dan. Ji ber vê yekê em spasiya gerîla dikin. Eger bê bîra we, di wê demê de Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û spasiya gerîla kir. Ji ber ku di şikandina DAIŞ'ê de weke hêzeke neteweyî, roleke mezin a gerîla hebû.
Lewma, divê em yekîtiya hêzê ya navbera gerîla û pêşmerge derket holê veguherînin bingeha yekîtiya neteweyî. Yên êrîş kirine, divê zanibin ku wê nikaribin encamê bigirin û wê dîrok wan dadgeh bike. Li şûna vê yekê, lazim e em hêza xwe bikin yek, hêzeke hevpar ava bikin û pêşî li êrîşên dijmin bigirin."
'DIVÊ PDK ZANIBE, BICIHKRINA DEWLETA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ JI ALIYÊ DÎROKÊ VE NEYÊ EFÛKIRIN'
Osman bibîr xist, ji salên 90'î û vir ve li gelek cihên Bamernî û Behdînanê baregehên dewleta Tirk hene û got, "Herî dawî hêzên xwe li Başîkayê bi cih kirin. Ev hêz, li Kurdistanê hêza dagirker e. Heta ku ev hêz li Kurdistanê bin, wê aramî û ewlekariya Kurdistanê tine be. Wekî din, li gorî agahiyên gihîştine ber destê me dewleta Tirk bi şev elektrîkê dibire û leşkerên xwe derbasî Başûrê Kurdistanê dike. Bi vî rengî xwe vedişêre, ku kes wan nebîne. Lê belê divê PDK û hêzên din zanibin, bicihkirina dewleta Tirk li Kurdistanê wê ji aliyê dîrokê ve neyê efûkirin. Ji ber ku divê neyê jibîrkirin, bicihkirina dewleta Tirk an jî hêza dewleteke din li Kurdistanê, xiyanet e. Yên xiyanetê bikin jî wê weke xayin bên binavkirin. Lewma, hêvîdar im wê PDK tiştekî bi vî rengî neke. Eger pirsgirêkeke xwe bi PKK'ê re nebe, divê vê yekê bi rêya hêzên dagirker çareser neke. Lazim e vê yekê bi rêya diyalogê çareser bike.
'YNK WÊ TEVLÎ ŞER NEBE'
Ji ber ku, dema DAIŞ'ê êrîş kir, yên hatin di heman çeperên pêşmerge de li dijî DAIŞ'ê şer kirin, gerîla bû. Zehmet e ku rabin bêjin 'hûn mêvan bûn, Xwedê ji we razî be, de niha biçin'. Lazim e dewleta Tirk hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin, ku hingî partiyên Kurd li hev rûnên û karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Eger ev nebe, eger şer rû bide qurbanî wê tenê em bin. Wê pêşmerge û gerîla şehîd bibin. Lê divê vê bêjim. Weke YNK em ê bi ti awayî tevlî vî şerî nebin. Em ê bi ti awayî qebûl nekin ku pêşmergeyekî bi tenê jî tevlî şerê navxweyî bibe. Em ê ne li cem PDK'ê, ne jî li cem PKK'ê li dijî yê din şer nekin. Heta ji destê me bê, em ê hewl bidin bi rêya diyalogê vî şerê navxweyî çareser bikin. Ez ji vê derê bang li pêşmergeyên YNK'ê dikim. Ji kîjan devera Kurdistanê hatibin jî, bila fîşekeke bi tenê li hemberî hêzeke Kurd neteqînin. Ya ku divê em bikin, yekîtiya neteweyî ye. Ne ketina nava şerê navxweyî ye. Wekî din, em ê nehêlin ku li herêmên ji aliyê me ve tê kontrolkirin, fîşekek li dijî hêzeke Kurd bê teqandin."
'YÊN KU JI PKK'Ê RE DIBÊJIN TERORÎST, EW BI XWE TERORÎST IN'
Parlamenterê YNK'ê yê li Parlamenta Iraqê Mihemed Osman da xuyakirin, ku weke YNK ew PKK'ê weke hêzeke neteweyî ya Kurd a leheng, welatparêz û şoreşger dibînin û li dijî her kesên ku PKK'ê weke terorîst dibînin, disekinin.
Osman got, "Ez bi rengekî vekirî bêjim. PKK hêzeke şoreşger û welatparêz e ku ji bo neteweya Kurd têdikoşe. Di vê oxirê de bi hezaran berdêl daye. Li her bihosta Kurdistanê têdikoşe. Yên ku PKK'ê weke terorîst bi nav dikin, ew bi xwe terorîst in."