Osman: Parlementoya Kurdistanê nikare pirsgirêkan çareser bike

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman anî ziman ku hikûmeta Iraqê ya ku bê avakirin wê ne pêkan be ku pirsgirêkan çaresebike. Osman got: “Parlementoya Kurdistanê rewabûna xwe ji dest daye, nabe bersiv. Kurd nebin yek wê êrîş dewam bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman têkildarî hikûmeta nû ya Iraqê ya ku bê avakirin, parlementoya Kurdistan û ji bo pêşîgirtina êrîşan dewleta Tirk a li ser Kurdistanê dîsa Yekîtiya Netewî ji bo Kurdan çi bidest dixe bi ferfirehî nirxand.

Siyasetmedarê Dr. Mehmûd Osman têkildarî hikûmeta Iraq, parlemetoya Kurdistan, Kongreya Netewî û êrîşên dewleta Tirk û têkiliyên Rûsya, DYA û Îranê ya li ser Rojava peyamên girîng dan ANF’ê.

DI REWŞA HEYÎ DE NEPÊKANE KU HIKÛMETEK SERKETÎ BÊ AVAKIRIN

“Mirov nikare bêje hikûmeta ava bûye, hê nîqaş li ser 14 wezîrên hatine diyarkirin hene. Ji ber ku li Iraqê gelek alî, dezge û partiyên siyasî hene ku her yek nîqaşekê dike. Hinek radibin dibêjin ev behsî ye, hinek dibêjin diz in, nelirêtî kirine û gelek tiştekî din dibêjin. Mijar hê ne zelal e. 6’ê meha pêşiya me bi amadebûna hemû wezîran li bendê ye ku nîqaş bê kirin û li ser mijarên bi nakok biryarek bê girtin. Her aliyek em bêjin kesek diyar kirine ji bo wezaretekê û piştgirî dikin ku ev kes kar bike, lê bi dîtin min ev tenê têrê nake. Dema em vê mijarê hemû bi giştî bigirin dest bi dîtina min wê nikare hikûmetek serkeftî bê avakirin. Heta ku em dikarin bêjin rê nadin ku ser bikeve. Dema ku tiştek bê kirin, divê Sadir razî bike, divê Hadî Amîr razî bike, yanî hemû alî li ser yek bin. Dîsa aliyê Kurdî Barzanî razî be. Mesele ne ewqasî bi hesan e.

Bi dîtina min eger serokwezîr bikaribe bikira, divêbûya 24’ê mehê bikira. Bigota madem hûn dixwazin ez bikim, êz ê bikim, lê dema ku niha her alî gotegotê dike, ez nikarim vî karî bikim. Eger ev bikara bi hêz dibû. Wê demê wê bikarîba bike. Ev nekir. Niha çavê me wê li roja Sêşemê be bê ka wê bikare ava bike an ne. Pirsgirêkên Iraqê gelek in, bi vê rewşê wê ne mumkUn be bi ser bikeve. Hê mijarê dizî, nerlirêtî, ewlekarî, aborî, xizmetgûzarî û sînor heye. Ya ji hemûna girîngtir hê heyîna DAÎŞ’ê maye. Li gel vê guşarên DYA yên li ser Îranê hene. Ev mijar rêgir in. Dîsa li gel vê divê demek hebe ku mirov bikare bêje bê ka wê bikare ser bixe ya ne. Hêviya me ew e ku bi ser bikeve.

HER ÇENDÎ KURD YEK BIN, DI GIRTINA MAFÊ XWE DE HÊ ZÊDETIR BI DERFET IN

Di mijara çareserkirina pirsgirêkên herêma Kurdistanê de, di rewşa niha de ne pir bi hesane. Her çendî rewşa aliyên siyasî ya ne li hevkirî û her alî jî rewşê xedartir dike. Em bêjin yek bin jî mijar ne ewqas hesan e. Hê li ser gelek mijaran nelihevkirin hene. Ji xwe mijara madeya 140 bi serê xwe hê kêşeyeke serekî û domdar e. Iraq hê Kurdistanê weke Dihok, Silêmanî û Hewlêr dizanin. Pirsgirêka Pêşmerge, ya gaz û petrol heye. Eger ku Kurd yek bin, xwedî yek helwest bin zêdetir derfet heye ku bikarin mafê xwe bi dest bixin. Mixabin parçeye, ziyana herî zêde ji vê parçebûnê dixwin. Dema mesele ev jî be Bexda zêdetir derfet dibîne û lewaz dike.

DIVÊ PDK Û YNK LI GEL ALIYÊN KÊMENETEWE HIKÛMETÊ AVA BIKE, ALIYÊN DIN JÎ MUXALÎF BIN

Li gorî hilbijartina ji bo parlemetoya Herêma Kurdistanê hatî kirin, diyar e bê ka her aliyek çend kursî bi dest xistiye, lê bi dîtina min li Kurdistanê PDK û YNK heye zêdetir. Ferq nake çend kursî hebe. Di vê rewşa heyî de PDK û YNK çiqas dixwazin û nexwazin jî nikarin bê yek hikûmetekê ava bikin. Ji xwe herduyan jî hilbijartin erê kirine. Aliyên din ji xwe gotin ne rewaye, dizî û sextekarî têde hatiye kirin. Eger em rastî bigirin dest divê ev herdu partî, li gel kêmentewên din kom bibin hikûmetekê ava bikin. aliyên din ên mayîn ku dibêjin hilbijartin ne rewa ye, em nabejirînin dikarin muxalefetiyê bikin. Li hemû sîstemên cîhan aliyên muxalîf ên parlemetoyê hene. Dema ku muxalîf hebe, wê gelek mijar bi navxweyî werin çareserkirin.

PARLEMENTO ERKA XWE WINDA KIRIYE, RÊVEBERÊN PARTIYAN BIRYARA PARLEMETOYÊ DIDE

Hilbijartin ji bo pêşîgirtina şer e. Dama tim şer be çareserî nepêkan e. Bi dîtina min hilbijatin li vir bê kirin û neyê kirin ti ferqa xwe nîne. Ne ecamgir e. Hinek kes ji bo parlemetoyê hatiye hilbijartin lê, yên der ve zextê lê dikin û li ser navê parlementoyê biryar didin. Ew biryar didin parlemeto vê erê dike. Dema ku rewş wiha bû parlemeto hebe ya nebe wê çibe. Ti rola parlemetoyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîne. Qanûn û hiqûqê çêdike, lê kî biryara vê dide? Rêveberê hîzban li derve biryara vê dide. Parlemento weke saziyekê alîkarê wan e. Ji bo parlementoyek bi aktîf û bi rol be divê aliyên siyasî, rewşenbîr û endamên sazî û dexgehên cihê bên hilbijartin û ji bo siberoja gel biryar bidin, wê demê mirov dikare bêje parlemeto aktîfe û bi rol e.

PARÇEYÎ Û NEYEKBÛN, DERFETA ÊRÎŞÊ DIDE DIJMINÊ KURDAN

Neyekbûna Kurd û parçeyî dike ku dijmin sûdê ji vê bigire û li her alî êrîş bike. Em vê îro hê baştir dibînin; bi balafir û topan her roj êrîş dikin û welatiyên sivîl dibin qûrbanî. Tirkiye êrîş dike, Îran êrîş dike dîsa Iraq êrîş dike. Eger yekîtî hebûna dibe ku rewş li gorî roja niha nebûya. Wê hêzêdetir bergirî ji bo van êrîşan bikira. Wê hê baştir bikara mijarên di navbera xwe û dewletên serwer de çareser bikira.

PÊWÎSTE BI YEKÎTIYA NETEWÎ Û HELWESTEKÎ NETEWÎ HEYE

Divê di nava parçeyan de yekgirtinek hebe. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li hev bicivin û Kongreya Netewî lidar bixin. Ji bo bikarin di cîhanê de weke netewa Kurd bê nasîn. Weke neteweyek bên xwe nîşan bidin, baxivin û weke nteweyek têklî bi aliyên din re çêbike, divê Yekîtiya Netewî saz bike. Mixabin ne li ser asta parçeyî em yek in, ji xwe di asta netewî de em pir ji hev dûr in. Gelek caran aliyên siyasî li hev kombûne lê nekarîne vê mijarê derbas bikin. Ev neyekbûn jî mirov dikare weke du sedem bide nîşandan, yek; nakokiyên hîzbayetî yên sereke, ya duyemîn jî destdirêjiya Tirkiye û Îran kiriye ku mijara Yekîtiya Kurd pêk neyê. Yanî hîzbek li gel Tirkiye di nava têkiliyê de ne, dîsa aliyek din li gel Îranê di nava têkiliyan de ne. Rê nadin ku çareseriyek pêk were. Her nakokiyan derdixin. Heta helwestekî netewî nebe, weke neteweyek yekîtiyek neyê avakirin nepêkan e. Ji vê lewaziya me dijminên Kurdan ên her çendî di nava yek de ne yekbin jî lê em dibîni di mijara Kurd de dibin yek, nimûneya vê Îran, Tirkiye, Iraq û dewletên din dibin yek. Lê mixabin em Kurd nabin yek. Ji vê lewaziyê sûd dibînin û her wextê êrîş dikin ser Kurdistanê. Bandora wan li ser siyaseta navxweyî heye, heta leşkerî. Em dibînin Erdogan her roj gefa ez ê li Rojava bidin, li Başûr bidim dike û lêdide. Hemû ev ji nebûna yekîtiyek ya nava Kurdan e. Em dibînin helwestekî cidî ya Kurdî jî li beramberî vê nîne. Îranê li Koyê li HDK-Î û HDK’ê da kesê deng nekir. Eger me giştî vê bigirin dest em dibînin ev parçebûne û neyekbûnê fersend daye ku dijminên Kurdan jî êrîşî her alî bike.

JI BO ÇARESERIYA SÛRIYE XIRECIREK MEZIN A ALIYAN HEYE

Li ser mijar çareseriya kêşeya Sûriye hê jî Rûsya û DYA li hev nekirine û di nava hewldanên li hevkirinê de ne. Li ser mijara bê ka wê hikûmetek çawa ava bike, çi bê kirin. Ev di aliyê Rûs û DAY’yê de ye. Dîsa Her Rûs û DYA jî heta astekê dixwazin Îranê jî razî bikin, dîsa Tirkiye jî bê razîkirin. Di rewşek wiha de xwestin Ewropa jî agahdar bikin. Ji bo wê Fransa û Elmanya amade bûn. Bi dîtina min ev metirsiyeke pir mezin e. Çawa dibe li ser navê gelekê, miletekê hinek hêzên derve biryar bigirin. Em bixwazin nexwazin rewş ev e niha. Rûs û Îran li ser mijara Sûriye bi bandor in. Dîsa li hinek deveran bandora DYA heye.

DIVÊ KURD PIR BI BALDAR TEVGER BIKIN

Di vê mijarê de divê Kurdên Rojava pir bi baldar tevger bikin. Di êrîşên li ser Kobanê û Girê Spî ne yên Tirk dibêje bi fikar in. Gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di serî de li Rojava û gelek deverên din şer dikin, berdêl û xwîn dirêjin. Ma DYA nikare rêgirî li Tirkiye bike, belê dikar e, lê nake. Divê di vê mijarê de pir bal dar bin. Dema metirsiya DAÎŞ’ê li herêmê nema û hate tinekirin dibe ku DYA hesabekî din bike. Di rewşa heyî de dibe li Tirkiye veger û têkiliyên xwe xweş bikin. Ji bo vê fikarên min ên mezin ji siyaseta DYA ya di mijara Rojava de heye.

TÊKILIYÊN HEVSENG DI NAVA ALIYAN DE PÊK BÎNE

Divê ji bo baştir Kurd bikarin di Rojava de serkeftinên mezin bîne, divê di nava hevsengiyê de têkiliyan li gel, rejîm, Rûsya û heta Îranê de jî dane. Em bixwazin nexwazin Rûs, Tirk, Îran û DYA li ser Rojava heye. Çawa peywendiyên wan li gel DYA heye divê di heman astê de li gel Rûs û Îranê jî hebe. Hevsengiyekê bidin avakirin. Kare wisa bêkirin ku dema siberojê di warê destûrî de li Sûriye karek bê kirin hesabek ji bo Kurdan jî bê kirin û Kurd jî cih di wê destûrê de bigirin. Amerîkî ji dibêjin divê Kurd hebin, heman demê Rûs jî dibêjin. Divê hevdîtin ne yek alî bin. Çawa li gel Amerîka divê li gel Rûs û aliyên din jî hebe. Ne yek alî be aliyê din bibin dijmin.”