Mûazzez Orhan a HDP'î: Metirsî li ser jiyana girtiyan heye

Wekîla HDP'ê Mûazzez Orhan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê 300 hezar girtî û hikumxwar hene û destnîşan kir, ji ber ku li girtîgehan paqijî nîne, metirsiyeke mezin li ser tenduristiya girtiyan heye.

Ji 10'ê Adarê dema peydabûna vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê û vir ve 75 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Lê belê 300 hezar kesên li girtîgehên Tirkiyeyê girtî û hikumxwar in di rewşeke metirsîdar de ne. Hikumeta AKP'ê guh nade bangên bi vê armancê tên kirin. Li girtîgeha Wanê hîn bi rengekî fermî nehatibe ragihandin jî tê gotin ku girtiyek bi vîrûsa koronayê ketiye.

Hikumeta ku ji bo berdana tecawizkaran, firoşkarên narkotîkê hewl dide, di mijara girtiyên siyasî de bi gotina 'sûcê terorê' raya giştî dixapîne.

'HIKUMETA AKP-MHP'Ê HEWL DIDE HER KAOSÊ JI XWE RE BIKIN FIRSEND'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan li ser mijarê axivî û destnîşan kir, şert û mercên girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê ne ji bo jiyana mirovan e.

Orhan bal kişand ser pirsgirêka av û xwarinê ya li girtîgehên Tirkiyeyê û got, "Di ser kapasîteya girtîgehan re niha girtî û hikumxwar hene. Ev yek pirsgirêkeke cidî ye. Vîrûsa koronayê ji 10'ê Adarê û vir ve li Tirkiyeyê belav dibe. Bi paqijiyê divê mirov xwe ji vîrûsê biparêzin, lê belê derfetên vê yekê li girtîgehan nîne. Eger vîrûs bikeve girtîhan dibe ku bibe sedema mirina mirovan. Hikumeta AKP-MHP her koasê ji bo xwe weke 'xêra xwedê' dibîne û hewl dide ji xwe re bike firsend."

'ME LI WANÊ MASEYA KRÎZÊ AVA KIR'

Mûazzez Orhan ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP her mûxalîfên xwe, her kesên ku bêhiqûqî, newekhevî û komkujiyan tînin ziman û rewşa aboriyê ya nebaş rexne dikin weke 'terorê' binav dike. Orhan destnîşan kir ku di hiqûqa Tirkiyeyê bi xwe de jî tiştekî wiha nîne.

Mûazzez Orhan diyar kir ku koordînasyoneke wan a krîzê heye û got, "Me li wir kar dabeş kirin. Her hevalek bi qadê re mijûl e. Di vê mijarê de karê me heye. Li girtîgehan beriya du rojan me xwest hevdîtinê bikin, lê belê rêveberiya girtîgehê randevû jî neda. Gotin ku pirsgirêk û nexweş nîne. Lê belê agahiyên ji girtîgehan tên nîşan didin ku rewş berevajî ne. Lewma li nava Wanê jî heman rewş derbas dibe. Em mijarê ji nêz ve dişopînin. Jiyana girtî û hikumxwaran hemûyan di rewşeke metirsîdar de ye."