Operasyonên qirkirina siyasî: Li Rihayê 7 kes hatin destgîrkirin

Li Rihayê di serdegirtinên polîs û jendermeyan de bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ 7 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Serê Kaniyê, Wêranşar, Hewag, Curnê Reş û  Sêwreg ên Rihayê bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ 7 kes hatin destgîrkirin.

Du kesên ku derbarê wan biryara girtinê hatibû dayîn jî, ji ber ku li navnîşana lê diman nebûn nehatin destgîrkirin. Dema destgîrkirinê deriyên malan hatin şikandin û mal serûbin kirin.

Li navçeya Sêwregê Remezan Kizoglû û Suleyman Erbîl, li Curnê Reş jî Mehmet Aydin hatin destgîrkirin, li Dîna ya Hewagê Ahmet Gerçek û Muharrem Gerçek ji ber ku ne li mal bûn nehatin destgîrkirin. Li navçeyên Serê Kaniyê û Wêranşarê jî 4 kesên navê wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin.

Kesên hatin girtin li Midûryeta Emniyetê ya Rihayê tên ragirtin.