Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Di operasayonên qirkirina siyasî ya saetên sibê li Amedê hatin kirin de, Hevserokên MEBYA-DER jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li navenda Amedê polîsan di saetên serê sibê de avêtin ser mala Hevserokên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag, endamê MEBYA-DER’ê Zekî Dag, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Peyasê Hanim Altindag, rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezanê Fetûllah Işiktaş û ew kes di nav de gelek kes destgîrkirin

Hat diyarkirin ku polîsan di dema serdegirtinan de alavên malan belav kirine. Li aliyê din hat diyarkirin ku polîsan bi ser saziya MEBYA-DER’ê ya li navçeya Peyasê de girtine û niha jî lêgerîn lê didome. 

Tê gotin dibe ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe.