Operasyona qirkirina siyasî: Hejmara destgîrkiriyan zêde bûn

Hejmara kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li Colemêrgê hate kirin de, derket 7’an.

Di 27’ê Tîrmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê dema ku wesayîta zirxî derbas dibû teqînek pêk hat. Piştî vê teqînê di serdegirtinên hatin kirin de hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 7’an. Roja teqînê şivanên bi navê Levent Dere û Harûn Ortaş ên hatibûn destgîrkirin, dema destgîrkirina wan 4 roj din jî hatin dirêjkirin.

Hate ragihandin ku Davût Saritaş û abbas Kirmizitaş ên li gundikê Mûşan a herêma girêdayî gundê Degerlî ya Geverê piştî opersyona li herêmê hate kirin û şûnde, di heman çarçoveyê de hatine destgîrkirin. Di daxuyaniya duh parêzerên wan dan de, diyar kiribû ku yên hatine destgîrkirin, her rojê nêzîkatiyên xirab û êşkence lê tên kirin.

Di zextên operasyonên siyasî yên heman çarçoveya lêpirsînê de tên kirin, Firat Ekîncî, Menderes Ekîncî û Memdûh Akbaş hatin destgîrkirin. 7 kesên li Fermandariya Jendermeyan a Geverê tên ragirtin hê îfadeya wan nehatine girtin.