'Operasyona Pençe' kete nava pençeyê gerîla

Gerîlayan diyar kirin ku 'operasyona pençe' ya artêşa Tirk hate têkbirin û gotin, "Artêşa TC ku dixwest bi operasyona Pençe gerîla tasfiye bike, kete nava pençeyê gerîla û derbên giran xwar."

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya Pêngava Şehîd Ronya û Şehîd Bager de sala 2019'an nirxandin. Gerîlaya YJA Starê Rojevîn Viyan a li Eyaleta Avaşînê gerîlatiyê dike, rêbaz û taktîkên gerîla yên di çalakiyan de nirxand. Viyan destnîşan ki rku ji bo projeya ji nû ve avabûnê ya gerîla bikeve meriyetê, gerîlayên YJA Starê ji çalakiyên li eyaletê re pêşengî kirin û got, "Li girên ku dijmin weke çeperên xurt dibîne û ne bawer in ku gerîla xwe bigihîne wan, bi çalakiyên êrişê derbên giran li dijmin tê xistin û çek ji ser wan tên rakirin. Her wiha bi çeka fuze jî çalakiyên serketî hatin kirin.

Di sala 2019'an de li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi navê 'Pençe' operasyon hate destpêkirin. Di çarçoveya projeya ji nû ve avabûnê de bi rêbaz û taktîkeke nû di serî de Heftanînê li gelek herêman derbên mezin li artêşa TC hatin xistin. Artêşa TC bi 'operasyona Pençe' xwest gerîla bixe nava pençeyê xwe û tasfiye bike. Lê belê bi derbên giran ên ji gerîla xwar ew bi xwe kete nava pençeyê gerîla. Gerîla bi rêbaz û taktîka xwe 'Operasyona pençe' têk bir."

HÊLÎNA BERXWEDANÊ: ZAP

Gerîlayê HPG'ê Rêdûr Tolhildan ku demeke dirêj li eyaleta Zapê gerîlatî kir, li ser rewşa gerîla ya li Eyaleta Zapê ku weke 'Hêlîna berxwedanê' bi nav dike wiha axivî: "Zap eyaleteke ku artêşa Tirk gelek operasyon lê kir. Lewma her carê derbên giran li operasyonên artêşa TC hatin xistin û lehengiyên mezin lê hate kirin. Ji ber vê yekê ji bo gerîla gelekî girîng e.

Heval niha li herêma Zapê bi moral û kelecaneke mezin di çeperan de ne. Li herêmên zor û zehmet ên mîna Zapê têkiliya hevrêtiyê bêhtir xurt dibe. Hîn bêhtir mirov ji jiyanê hez dikin û ji bo jiyaneke bi rûmet dixwazin têbikoşin. Li eyaleta Zapê bi rêbaza gerîlayên nûjen derbên mezin li artêşa TC tên xistin. Hêzên operasyonê yên dikevin eyaleta Zapê bêyî ku derbên mezin bixin nikarin jê derkevin. Di her serdema dîrokê de rewş bi vî rengî ye.

Lewma mirov dikarin ji bo sala 2019'an bêjin, ku bi berxwedaneke mezin dijmin hate têkbirin. Ji bo sala 2020'î jî armanc û biryardariya me ew e ku em Rêberê xwe ji nava şert û mercên tecrîdê derxînin û bibin bersiv ji gelê xwe re. Gerîlayên Kurdistanê wê sala 2020'î bikin sala gava ber bi azadiyê ve. Di çarçoveya projeya ji nû ve avabûnê de em ê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin."