Operasyona li Cûdî û Gabarê dewam dike

Operasyona artêşa Tirk a dagirker ev 4 roj in li herêmên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dewam dike.

Operasyona li çiyayên Cûdî û Gabarê ku bi hezaran leşker û cerdevanên artêşa Tirk a dagirker tevlî bûne, di roja 4'an de ye. Bê navber sewqayata leşkerî tê kirin û li nuqteyên girîng tank tên bicihkirin. Dengê çekan ji herêmê tê.

Qereqolên li herêma operasyonê ne, topan diavêjin qada bejahî. Liv û tevgera helîkopteran a li herêmê zêde bûye.

Hate ragihandin, tîmên cerdevanan ên navê "Hançer" û "Bayrak" lê hatine kirin ku di salên 1990'î de tevlî gelek bûyerên kuştinên kiryar nediyar bûn, beşdarî operasyonê hatine kirin.

Li gorî agahiyan, cerdevan li bejahiya gundên Cifanê û Şilerûtê yên li quntara çiyayê Cûdî hatine bicihkirin.