Operasyona li Çarçela dewam dike
Operasyona artêşa Tirk a li Çarçela, ku roja 25'ê Adarê dest pê kir, dewam dike.
Operasyona artêşa Tirk a li Çarçela, ku roja 25'ê Adarê dest pê kir, dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li ser sînor dewam dike.
HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li vê herêmê, ev agahî da:
"Roja 4'ê Nîsanê saet di 10:00 de, hêzên me bi çekên giran li komek leşkerên li ser girê Leylek ê li navçeya Gever a Colemêrgê dan. Her wiha helîkopterek bi tîpa Skorsky leşker danî ser vî girî û hêzên me bi çekên giran li van leşkeran jî xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
Operasyona ku artêşa TC roja 25'ê Adarê li herêma Çarçela ya li ser sînor a li navçeya Gever a Şemzînanê da destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya vê operasyonê de, artêşa Tirk di 3-4'ê Nîsanê de bi helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hawanan li girên Şehîd Rênas û Mûhabere yên Çarçela xist.
Roja 4'ê Nîsanê saet di navbera 08:30-10:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombeyan li mintiqeya Qesrokê ya Heftanînê barandin."
NASNAMEYA GERÎLAYEKÊ HAT EŞKEREKIRIN
Di dawiya daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Li eyaleta Garzanê, di operasyonên berfireh ên meha Adarê de, komek ji hevalên me yên gerîla şehîd bûn. Ji ber ku agahiyên berfireh ji vê herêmê nikarin bên wergirtin, nasnameyên hevalên me yên şehîd nekarî bê zelalkirin. Cenazeyê hevala me Stêrk Laşer ku nasnameya wê eşkere bû, ji aliyê malbatê ve hat rakirin û hat veşartin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlaya jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:
Nasnav: Stêrk Laşer
Nav paşnav: Nîlufer Ozden
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Îkram-Zekî
Dem û cihê şehadetê: Adara 2017 / Bedlîs