Operasyona dagirkeriyê didome, agahî ji gundiyan nayê girtin

Ji ber operasyona li Pasûrê hatiye destpêkirin, bejahiya Taxa Eskar 5 roj in girtiye. Ewlehiya canî ya welatiyên li herêmê tine.

Operasyona artêşa Tirk a 13’ê Gulanê bi desteka hewayî li bejahiya Eskar a navçeya Pasûr a Amedê dabû destpêkirin, dewam dike. Li gorî gahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, gelek leşker li herêmê hatine danîn, sewqiyata tank û wesayîtên zirxî hatine kirin.

Operasyona ku di roja 5’an de didome, ji bo leşker bikarin bi awayekî rehetî bi pêş ve biçin, darên çap ên li daristanan tên birîn. Hate ragihandin ku gelek ceteyên ji Pasûr, Lice û Dihê tevlî operasyonê bûne.

Geliyê ku dikeve navbera Çiyayê Dorşîn û Sarawanê ku operasyon lê didome, SÎHA û helîkopter bombe dikin. Li aliyê din operasyon bi devera bejahî re sînordar nema, bi qasî 8 kêlometre nêzî jîngehên sivîlan jî bûne.

NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDIYAN

Li aliyê din 5 roj in ketina qada bejahiya Eskar a operasyon lê didome, girtiye. Agahî ji gundiyên li vir nayê girtin, hate ragihandin ku ne mimkûne xwe bigihînin cihên ku sînyalên telefonê lê bên kişandin. Çavkaniyên xwecihî ragihand ku ewlehiya canî ya gundiyan nîne.