Olrîka ya Elman çima bû Besê?

Olrîka jineke Elman e ku 23 salî ye. Li zanîngehê PKK nas kir û berê xwe da Rojava. Ji wir jî xwe gihand çiyê. Ew êdî gerîlaya  YJA Starê Besê Olrîka ye.

Rêwîtiya me ya vê carê ber bi enternasyonalîstekê ve ye; Olrîka ya Elman.

Piştî ku me xwe gihand cihê hevdîtinê, du gerîlayên jin em pêşwazî kirin. Yek jê ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûye, ya din jî enternasyonalîst Besê Olrîka ye. Piştî silavdanê û sohbeteke kurt, bi Kurdiya xwe ku nû hîn bûye, dide pêş be. Hem zû bi Kurdî hîn bûye, hem jî xuya ye di demeke kurt de hînî çiyê bûye. Piştî meşeke dûr û dirêj em gihîştin şikefta wan. Baregeheke gerîlayên jin e. Li dû sohbeteke kurt, me guh dan çîroka Olrîka ya Elman, şervana Kurd Besê.

ÎDEOLOJIYA AZADIYA JINÊ

Olrîka sala 1995'an li Elmanyayê ji dayik bû. Dijbereke sîstemê bû ku beriya xwendina zanîngehê li sîstema kapîtalîst, nêrîna wê ya li jinê û rola ku li jinê ferz dike, dipirsiya. Nakokiyên xwe hebûn, lê dikir nedikir bersivek ji lêgerînên xwe re nedidît. Heta ku dest bi xwendina zanîngehê kir, lêgerînên wê zêde bûn. Li zanîngehê PKK û Ocalan nas kir. Her ku nas kir, baweriya wê ya bi civakparêziya demokratîk mezin bû. Bi taybetî îdeolojiya azadiya jinê û bandora wê yek ji xalên sereke bûn ku rê li ber biryara wê vekirin. Piştî ku qanih bû, têkoşîna azadiya Kurd di heman demê de têkoşîna bindestan hemûyan û mirovahiyê ye, kete nava liv û tevgerê. Berê wê êdî li nava refên gerîla bû.

XWEST REWŞA LI ROJAVA NAS BIKE

Olrîka diyar kir ku ji bo paradîgmayê ji nêz ve nas bike, rewşa wê ya pratîkî bibîne derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û got, "Min li wê derê dît ku rastiya gelekî xwe jinûve bi rêxistin kiriye, kiriye sîstem û li ser piyan dimîne dît. Min dît ku jiyaneke cuda jî dikare bibe. Min nas kir ku îdeolojiya azadiya jinê li ser piyan e û jin dikare xwe birêxistin bike."

'ÊDÎ DEM DEMA RÊWÎTIYA BER BI ÇIYÊ VE YE'

Olrîka piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû gerîlaya YJA Starê Besê Olrîka. Bi dewamî got, "Dema ku nû hatim serê çiyê, mîna ku ji nû ve ji dayik bûbûm. Ez bûm heyrana jiyana nû, heyrana hevaltî û hevrêtiya li nava wê jiyana nû. Vegotina van hestan zehmet e. Ji aliyê fîzîkî ve em çiqasî dûrî Rêbertî jî bin, ez pê bawerim ku di warê fikir û ruhî de em nêzî wî ne."

'OCALAN JI BO CIVAKAN HEMÛYAN TEVDIGERE'

Besê Olrîka anî ziman, ew dixwaze bibe şervaneke paradîgmaya Ocalan û got, "Bi dîtina min, Rêbertî ne tenê li gelê Kurd, lê li civakan hemûyan difikire. Rêbertiyê ji bindestan hemûyan re dike. Ez hewl didim timî li xwe bipirsim û xwe bi pêş bixim."

JIN BI ÎRADEYA XWE HEYE

Olrîka diyar kir, wê azadiya rasteqîn li çiyayên Kurdistanê, li nava refên PKK'ê dîtiye û bang li jinan hemûyan kir ji bo xwedî li çiyayên Kurdistanê derkeve. Olrîka got, "Rêbertî dibêje ku divê jin xwedî li van çiyayan derkevin. Girîng e em xwedî li jiyana ku ew pêşkêş dike, derkevin. Jin li ser lingê xwe bi îradeya xwe jiyana xwe diafirînin û vê jiyanê diparêzin. Kêfxweş im ku min pênaseya rasteqîn a kesê nas kiriye. Ev çiya gelekî bedew in."

Gerîlaya enternasyonalîst Besê Olrîka bi Kurdiya ku li çiyayên Kurdistanê hîn bûye, bi me re sohbet kir. Ji bo em guh bidin hin çîrokên din, dest bi rêwîtiya xwe dikin.