Oldarên Êzidî serdana YBŞ/YJŞ'ê kirin

Heyetek ji oldar, bawermed, rûspî û ilimdarên civaka Êzîdî serdana navenda YBŞ-YJŞ'ê kir. Bi navê fermandariya YBŞ-YJŞ Mazlûm Şengalî û Zerdeşt Şengalî pêşwaziya wan kirin.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn gelek deverên ku ji bo civaka Êzîdî pîroz bûn xirakiribûn û rûxandibûn. Li ser vê esasê jî ji aliyê YBŞ-YJŞ'ê ve bi taybetî ji bo çêkirina qadên pîroz alîkarî hatibû dayîn.

Heyeta ku hate bi fermandariyê re rûnişt, di derbarê karên ku di vî warî de tên meşandin axivî.

Ji fermandariya YBŞ-YJŞ Mazlûm Şengalî kêfxweşiya xwe anî ser ziman û got "Em gelekî kêfxweş bûn ku oldar, rûspî û ilimdarên civaka me hatine serdana şervanên xwe."

Mazlum Şengalî diyar kir, "Çeteyên DAÎŞ'ê bi zanebûn êrîşî qadên pîroz kirin. Ji ber ku ev cih mejî, zanist, rastî, dîrok, çand û ehlakê civakê ye. Ewan xwestin bi van êrîşên xwe civaka me hem bi fîzîkî hem jî di bawerî, çandî û exlaqî de tine bikin. Em parêzvanên Êzîdxanê;  YBŞ-YJŞ ji bo her cûre xizmeta civaka xwe amade ne, çi çêkirina pîrozgehan be çi jî xizmetên cûda be çi ji destê me were em ê zêdehî jî bikin."

Endamên heyetê jî yek bi yek axivîn û ji bo alîkarî û pêşwazîkirina wan a ji aliyê YBŞ-YJŞ ve spasiyên xwe raber kirin û gotin, "Em jî hazirin ku timî piştgiriya şervanên Êzîdxanê bikin."

Heyet piştre çû serdana qûbeya Şêx Mehmed a ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate xerakirin.

Bi navê heyetê Mam Faxira li wir axivî û got, "Em spasî ya şervanên axa pîroz dikin ku ew heta îro bi her rengî bûne alîkar." Her wiha bang li Şengaliyên li derveyî Şengalê kir ku li cih û warê xwe vegerin û Şengalê careke din ava bikin.

Piştî xwarin ji aliyê fermandariyê ve hate dayin ve hevdîtin bi dawî bû.