Ok: Paradîgmaya Rêbertî li Rojava bûye xwedî wate

Ok: Şoreşa Rojava bêguman encama berxwedana PKK'ê ya bi hemû giyanê fedayî û keda 20 salan a Rêber Apo ye, dema ku li Sûriyê mabû, dabû. Paradîgmaya Rêber Apo û giyanê PKK'ê li Rojava pratîze bûye û bûye xwedî wate.

Di salvegera 42'an a damezirînê de ya ku PKK'ê bi perspektîfa neteweya demokratîk bi şoreşa Rojava bi dest gelên têkoşer ve anî û fêhmkirina diyalektîka şoreşa Rêber Apo- Rojava bêguman pir girîng e. Di dîroka têkoşîn û şoreşê ya gelên din de, bi rengekî bêrêxistinî û bê pêşeng, ji ber xwe ve serkeftin, şoreşên bi rengê serfiraziyê jî pêkan bûne. Lê dema ku mijar Kurd û Kurdistan be eynî diyalektîk ji dest diçe.

Li Kurdistanê ya ku ji hêla hêzên mêtinger dagirker ve hatiye parçekirin, parvekirin û rêvebirin, bêyî rêxistinî û bêyî pêşeng dev ji serkeftineke biçûk biqerin, pelek jî nalebite. Ev rasteqînî di dîroka têkoşîna bêhempa a 45 salan a bênavber a PKK'ê de, di hemû qonaxên têkoşînê de hatiye çespandin. Mirov nikare rasteqîniya Şoreşa Rojava jî ji vê perspektîfê û ji diyalektîka geşedana Kurdistanê cuda bifikire.

Rojavayê Kurdistanê li gorî parçeyên din ên Kurdistanê, hem ji hêla cografî ve ji ber ku biçûktir e û hem jî ji hêla nifûsê ve ji ber ku kêmtir e, Rojavayê Kurdistanê ji têkoşîneke ku şoreş dayî ber xwe û rêxistiniya wê bêhtir, dem hatiye bûye cihê lê starebûnê û xwe komî ser hev kirinê, dem hatiye bi rista eniya paş rabûye. Hemû partiyên li parçeyên din ku li ser navê Kurdan tevgeriyane jî ev qebûl kirine û li gorî vê bûne xwedî nêzîktêdayinekê.

LI SÛRIYÊ ZEMÎNA DAHATUYÊ YA 20 SALAN HATE AVAKIRIN

Lê her tişt li dijî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bi çarçoweya ji nû ve rêxistinbûn û komîserhevbûna PKK'ê, bi biryara vekişînê û bi gavavêtina Rêber Apo ya li Rojava guheriye. Rêber Apo encamên têkoşîna Bakurê Kurdistanê û plan û polîtîkayên pêkan ên dewleeta Tirk a faşîst û mêtinger bi pêjna zanistiya kûr dîtiye û bi rêbertiya hevrê Mehmet Saît (Ethem), Temûza 1979'an bi rengekî tije rîsk derbasî Kobanê bûye.

Wan deman li Rojava li ser navê PKK'ê û têkoşîna azadiyê ne têkiliyek ne jî derfeteke biçûk hebû. Her ku dema wê hatiye, em bibêjin, li Rojava li Sûriyê ji roja pêşî heta niha li ser navê demokrasî, azadî û neteweya demokratîk hemû têkilî û nirxên ku hatine afirandin bi ked, helwest û têkoşîna mezin a Rêber Apo çêbûne. Rêber Apo dema ku nû tê Kobanê, li ser têkiliya heval Mehmet Saît li mala welatparêzekî dost ê ku endamê Partiya Çepgir e  dimîne. Tam li vir divê mirov gundê Alpenûr ê Kobanê bi bîr bîne.

Rêber Apo demekê li mala welatparêzekî dost ê endamê Partiya Çepgir dimîne. Ti derfet û têkiliyeke ku hazir hati dayin tine. Nedihate zanîn bê ka dewleta Sûriyê wê çawa pêşwazî li Rêber Apo bike û çi helwestê nîşan bide. Li gel pirsgirêk ewlehiyê, diyare ku xebata komîserhevkirina tevgerê û vekirina qadekê çawa hewceyî bi armanc û xebateke derasayî heye. Rêber Apo bi tevdîrên ku danî û bi pêşdîtina ku li Sûriyê bi polîtîkayeke çawa wê bikaribe rola xwe bilîze, dîsa di ser têkiliyên hevrê Mehmet Saît re zemîna dahatuyê ya 20 salan datîne.

RÊBER APO TI CARAN ROJAVA VALA NEHIŞT

Van salên ku li Sûriyê mayî xebat û têkoşîna xwe, bi gotina wî, li ser pişta şêrê rê ve biriye. Bi lêhûrbûn, hesasbûn û afirîneriyeke bêhempa ev salên xwe nirxandiye. Pêvajoya geşedanê ya piştre tê zanîn. Rêber Apo 20 salan li Sûriyê dimîne. Herî zelal bi şoreşa Rojava re xuya dike bê ka di 20 salan de çi kiriye. Dema ku li Sûriyê mayî bi tevgera rizgariya Filistînê re têkilî daniye. Bi vê bingehê têkoşîna Filistînê û qada Lubnanê ji bo ku partiye me hema hema bi rola eniya paş listiye. Rêber Apo ji aliyekî ve jî giringiyeke mezin daye perwerdekirin û hişarkirina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.

Carinan li Şamê, carinan li Helebê, bi sedan, bi hezaran malbat, şexs, siyasetmedar, hunermend, jin, ciwan, dost û welatparêzan re hevdîtin kiriye. Li gel hin helwestên zorlêker ên dewleta Sûriyê jî ti caran Rojavayê Kurdistane vala nehiştiye. Nexasim piştî 1983'yan gelek qedro arasteyî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Ji Efrînê bigirin heta bi Reqa û Tebqayê ev qedroyên partiyê xebatên perwerdekirin û hişyarkirinê kirine. Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi gelê Ereb û Xiristiyan re jî têkilî û dostaniyên girîng daniye û her demê girîngiyeke mezin daye ve.

Bi gelek mezinên êlên Ereb, şêx, rewşenbîr û siyasetmedaran re hevdîtin kiriye, her wiha bi gelê Asûr-Sûryan, pêşengên dîn û kes û derdorên bi nasnameyên cuda re têkilî û dostanî daniye. Di van têkiliyan de xwîşk û biratiya gelan, jiyana azad û demokratîk hatiye vegotin, li dijî her cure milliyetgiriye ku ku kana hemû problemên Rojhilata Navîn e, hişmendiya demokratîk a civakî hatiye pêşxistin. Tê zanîn ku hişmendiya dîrokê ya Rêber Apo, li ser têkiliya dîrokê û roja me, li ser têkiliya roja me û dahatuyê û diyalektîka wê kûr dibe. Diyar kiriye, heke mirovahî li dijî kapîtalîzma hov wê dîsa li ser koka xwe şîn were ev der wê Rojhilata Navîn be. Li ser Rojhilata Navîn pir rawestiyaye

TÊKOŞÎNA DIJWAR BI SERFIRAZIYÊ HATIYE TACÎDARKIRIN

Li ser mijara dîrok û sosyolojiya Ereb, zehmet e ku mirov li rasta hinan were ku ji paradîgma, hişmendî û analîzên Rêber  Apo pêşketîr were. Dêhn û bala xwe bi berfirehî daye ser civak  û dîroka Ereban, analîzên bêhempa kirine. Ji ber vê analîzeke kûr li ser Rojhilata Navîn kiriye. Sedema vê kurtevegotina me ew e ku em rasteqîniya Şoreşa Rojva ya ku bi perspektîfa neteweya demokratîk pêk hatî li ser lingên wê bidin rûniştandin, bi têkilîdanîna bi helwest, ked û kesayatiya dîrokî ya Rêber Apo re, ya heta bi  40 salî ve diçe, fêhm bike. Dema ku mirov bala xwe dide dîroka şoreşên cihanê, li gel ku rewşa şoreşê heye jî, ji ber ku têra xwe ne rêxistinî ye, fersendên bi nirxên zêr ji dest diçin.

Carinan rewşa şoreşê ya ku bi têkoşînên dijwar derketin holê rast hatine nirxandin û têkoşîna bi serfiraziyê hatine tacîdarkirin. Carinan jî hêza pêşeng her çendî ne hazir be jî, ji bo ku ji rewşa şoreşê re bibe bersiv ji ber ku xwe bi rengekî derasayî rêxistinî kiriye bi rehetî şoreş bi ser xistiye. Di şoreşa Rojava de teqez e ku ked û helwesta 20 salan a Rêber Apo hîmekî qeyîm e. Gelê Kurd ê li Rojava,  ji bo hişyariya netewî, bîreweriya netewî, ji bo demokratî û azadiyê ji bo Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi fedekariyeke mezin rabûye. Bi hebûn û têkoşîna PKK'ê re bûye xwedî xisletê netewî û bîrewer bûye.

Ev rewş bêguman ji bo ku şoreşê bûye avantajek. Lê ne rast e ku mirov bibêje gelê me yê li Rojava ji wê serbûnbûnê a Rojhilata Navîn re ku jê re Bihara Ereb re hazir bû, nexasim ji bo ku fersend û talokeyên piştî 2011'an ku li Sûriyê derketin holê. Gelê me yê li Rojava bi rengekî derasayî bala xwe daye pêvajo û geşedanên derasayî yên 2011'an .  Mezintirîn destkeftİna wê bûye hişmendiya demokratîk û jiyana azad a ku Rêber Apo 20 slan dayî gelê Kurd û gelên Sûriyê. Bi vê maneyê, rast e ku mirov diyar bike şroeşa Rojava li ser vê hîmê çêbûye. Ji bo şoreşa Rojavav gelek pênase û nirxandin hatine kirin.

ŞOREŞA ROJAVA WIJDANÊ MIROVAHIYÊ ANIYE CEM HEV

Şoreşa Fransaê li gel şoreşa 17'ê Cotmehê ya Sowyetan hatiye nirxandin. Her wiha berxwedaniya bêhemna û birûmeta a li Kobanê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger û li dijî faşîstê sedsalê Erdogan û çeteyên faşîst DAÎŞ'ê,  şibandine berxwedaniya li dijî faşîzma Spanyayê ya dema şerê navxwe û her wiha şibandine berxwedaniya Stalîngradê ya li dijî faşîzma  Hîtler. Bi vê maneyê şoreşa  Rojava şoreşa sedsalekê ye. Encamên ku vê şoreşê li Sûriyê û Rojhilata Navîn ji niha ve derxistine holê bêhempa ne.

Li Rojhilata Navîn ku gel bi miliyetgiriyên cuda qira hev tînin, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê avakirina jiyane azad û demoratîk a gelan, baweriyan û çandan bi rastî jî bêhempa ye. Jinên têkoşer ên cîhanê bi şoreşa Rojava re bi pêşengên jin ên azad ên rastî re gihane hev. Li dijî faşîzmê, zilmê û zordariyê di berxwedanê de xwîna gemû gelan bi hev re herikiye û tevî nav hev bûye. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt, hişmendiya netewî ya Kurd, berxwedana netewî û giyanê yekîtiya netewî geş bûye.

Piştî feşkilîna sosyalîzma reel gelek şoreşger, sosyalîst û hêzên ku di nav lêgerîneke îdeolojîk de bûn, demokralîze bûbûn, kelecaniya wan nemabû, ji şoreşa Rojava îlham standine. Ji ber vê ye, li çar hêlên cîhanê soreşgerên enternasyonal ên sosyalîst herikîne Rojava. Ji hemûyan jî girîngtir berxwedan û şoreşa Rojava wijdanê mirovahiyê aniye cem hev û rakiriye ser piyan. Ev şoreşa bêhemapa ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo ku hemû gelên têkoşer, sosyalîst, ciwan û jinan çawa dilkêş be, karîger be û ew rakiribin ser piyan, hêzên mêtinger ên genî, dagiker, hemû kapîtalîst, lê geriyane ku vê şoreşa mirovahiyê kêlî beriya kêliyekê tasfiye bikin, ketine nav lêgerîn û bazara vê û têkoşîna vê.

JINÊN TÊKOŞER JI ŞOREŞA ROJAVA HÊZ STANDIN

Niha her tişt û hemû dahatû girêdayî diyalektîka geşedanê ya vê têkoşînê ye. Di dîroka civakan de pêvajoyeke 7-8 salan helbet ne demeke dirêj e. Lê divê were gotin şoreşa Rojava destkeftiyên herî girîng ên hemû deman di nav van 7-8 salan de rêxistiniya xwe kiriye. Her çendî niha ne pir rêxistinî jî be, ji ber ku hîmê pergala demokratîk a civakî daniye, bi rastî jî ev hem watedar e û hem jî mirov kelecanî dike. Her tişta nû hem bi diyalektîka tirs û wêrekiyê ye û hem jî kelecaniyê û moralê dide.

Hatiye çespandin gel, bawerî û çand bi rengekî bê dewlet dikarin rêxistiniya jiyana herî birûmet, demokratîk û azad bikin û ava bikin. Ya ku di şoreşa Rojava de pêk hatî ev e. Weke ku me diyar kirî, şoreşa Rojava her wiha şoreşa jina azad e. Ji Efganîstanê heta bi Arjantînê ji her hêlên cîhanê jinên têkoşer ji şoreşa Rojava hêzeke mezin standine, her wiha desteke mezin jî dane. Şoreşa Rojava bêguman hevsengên polîtîk ên heyî dibîne, bi qasî ku bandorê dike, bandor jî lê dibe. Ya ku divê neyê jibîrkirin jî ev e; Şoreşa Rojava şoreşeke wiha ye ku Kurd, Ereb û Xistiyanan e şoreş li ser hişmendî û vîna xwe ava kirine.

Ev jî bêhempa ye. Li hêlekê berxwedan û şer didome, li hêlekê dijmin dorpêç kiriye û ambargo li ser heye û li hêla dî, civaka demokratîk tê avakirin,  ev hêleke karakterîstîk a şoreşa Rojava ye. Jê watedartir û hêjatir tine ku hemû gel, bawerî û çand bi vîna xwe ya demokratîk di ser komun û meclîsan re xwe rê ve dibin. Şoreşa Rojava ji niha ve derdoreke akademiyan e. Bi dehan akademiyên zanist, huner, siyaset, ziman, çand û sosyolojiyê ava bûne, ev jî nîşan dide ku civak çendî wateyê didine perwerde, bîrewerbûn, demokrasî û azadiyê.

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HEMÛ GEL BI HEV RE LI BER XWE DIDIN

Li gel hemû amatorî û bêderfetiyan jî pergala kooperatîfan a bi rengên cuda, hêmaneke girîng e a avirina civaka demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Bi hişmendî, vîn û derfet û keda xwe jiyaneke demokratîk û azad tê avakirin. Ne pêkan e ku hemû gel, bawerî û çand ji vê kelecanî nebin û hezekê jê nestînin. Jixwe ji ber vê ye gelan çarenûsa xwe hevkar kirine. Ji ber vê ye ku li gel hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî, hemû gel, bawerî, nasname , çand bi hev re li ber xwe dini, têkoşîna hevpar didin.

Şoreşa Rojava bêguman encama berxwedana PKK'ê ya bi hemû giyanê fedayî û keda 20 salan a Rêber Apo ye, dema ku li Sûriyê mabû, dabû. Paradîgmaya Rêber Apo û giyanê PKK'ê li Rojava pratîze bûye û bûye xwedî wate. Di salvegera 42'an a damezirîna PKK'ê de, teqez e ku ev şoreşa mezin ji bo gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn bibe sedema destkeftiyên dîrokî û mezin.

Lê pêvajoyên şoreşî bi hemû girîngî û wateya xwe didome. Hê tiştekî temambûyî nîne. Bi wateya dîrokî nirxên mezin derketine holê û bi des ve hatine.  Niha divê hemû Sûriye, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, di serî de gelê Kurd, mirovahiya pêşverû ya dijî mêtingeriyê û dagirkeriyê, gelên têkoşer, ciwan, jin û hemû dostên şoreşê, peywira pêşî ya li ber wan ew e ku ji bo parastina şoreşa Rojava ku ji bo gelên Rojhilata Navîn bi qasî şoreşa Cotmehê û Fransayê karîger û watedar e, ji bo mayindekirina wê, ji bo ku statûyeke temam jê re were bidestxistin divê berxwedan û têkoşînê geş bikin.