OHD: Ya esasî divê mafê tenduristiyê yê girtiyan be

Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir, rewşa girtiyên siyasî meseleyeke tenduristiyê, hiqûqî û polîtîk e û destnîşan kir ku divê mafê tenduristiyê esas bê dîtin.

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe. Bi taybetî di salên dawî de her meh herî kêm girtiyekî nexweş jiyana xwe ji dest dide. Li gel hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl jî hikumeta Tirk û saziyên pêwendîdar di vê mijarê de xw kerr dikin. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqê ya ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Gulan Çagin Kalelî li ser rewşa girtiyên nexweş ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Kalelî diyar kir ku hejmara giştî ya girtiyên nexweş 1.334 kes in û rewşa 458 ji wan giran e. Kalelî anî ziman ku ev hejmar li gorî serlêdana girtiyan û malbatên wan li rêxistinên civakî yên sivîl hatine amadekirin, lê belê hin girtiyên nexweş hene ku rêxistinên civakî xwe nekarîne bigihînin wan, an jî haya xwe ji wan nîne. Kalelî got, "Gelek girtî hene ku rewşa xwe naxin rojevê û nadin pêş. Di dema serdana girtîgehan de me ev yek dît. Ji ber vê yekê hejmareke zelal mirov nikarin bînin ziman."

TEVÎ RAPORAN JÎ NAYÊN BERDAN

Parêzer Kalelî ku li ser rewşa girtiyên nexweş dixebite got, "Li ser daxwaza girtiyan ji bo rawestandina pêvajoya cezakirinê serlêdan tên kirin. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan her giran dibe û em jî ji bo rawestandina bicihanîna ceza serlêdanê dikin, lê belê li astengiyan rast tên. Şerhekî bi qanûna bi hejmara 6411'an hatiye destnîşankirin heye. Ji ber vê yekê jî girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e nayên berdan. Ev şerh bi gotina 'Ji bo ewlekariya civakê metirsî ye...' dest pê dike. Yek ji astengiyên herî mezin ev şerh e. Ji ber vê yekê raporên 'nabe ku li girtîgehê bimîne' yên ji aliyê nexweşxaneyan an jî Saziya Tipa Edlî ve tên pêşkêşkirin jî bi vê şerhê derbas nabin. Karê me yê sereke yê hiqûqnasan ew e ku em vî şerhî ji holê rakin."

ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ NEXWEŞIYA GIRTIYAN GIRANTIR DIKIN

Parêzer Kalelî ragihand, ku du sedem hene ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş giran dikin û got, "Hin girtî hene ku beriya bikevin girtîgehê nexweşiyeke xwe ya kronîk heye û piştî ku hatin girtin nexweşî li wan girantir bû. Hin nexweş hene ku dema hatin girtin tenduristiya wan baş bû, lê belê ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ketin. Mijara hevpar a her du girtiyên nexweş jî şert û mercên girtîgehê ne. Rewşa girtiyên nexweş di nava wan şert û mercan de roj bi roj giran dibe. Bi giranî serlêdan ji ber nexweşiyên mîde û roviyan tên kirin. Ev yek jî rewşa xwarinê ya li girtîgehan nîşan dide. Pêwîste derfetên dermankirinê hebin, lê di vê mijarê de kêmasî hene."

SIRGÛN, JÊRZEMÎN Û KELEPÇE

Parêzer Kalelî destnîşan kir, li gorî serlêdanên li wan tê kirin, deverên ku herî zêde mafên mirovan lê tên binpêkirin koxûşên mehkûman e û got, "Ev koxûş jî li jêrzemînan, li deverên ku roj nagihêjê ne. Tedawîkirina nexweşên bi nexweşiyên kronîk li van deveran, tedawiya wan a li deverên ku dibe ku enfeksiyon lê rû bide, dibe sedem ku tedawî bi serketî nebe. Her wiha mûayeneya bi rengê kelepçekirî yek ji binpêkirinên sereke yên mafên mirovan e."

HEWLDANÊN ME BI ARMANCÊN POLÎTÎK TÊN ASTENGKIRIN

Parêzer Kalelî ragihand ku pirsgirêka girtiyên nexweş meseleyeke tenduristiyê, hiqûqî û polîtîk e û got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê em hewl didin, gavan diavêjin, lê belê bi têgihiştin û armancên polîtîk hewldanên me tên astengkirin. Beriya her tiştî divê şerha qanûna bi hejmara 6411'an bê rakirin. Divê mafê tenduristiyê yê mirovan bidin pêş. Herî dawî divê di çarçoveya mafê tenduristiyê de nirxandinên objektîf bên kirin."