Ofîsa Tevgera Azadî ya Germiyanê jî hate girtin

Hêzên asayîşê îro bi darê zorê endamên Tevgera Azadî ji ofîsa wan derxistin û baregeha Tevgera Azadî girtin.

Li Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser ofîstên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê didomin. Asayîşa herêma Germiyanê îro bi ser ofîsa Tevgera Azadî de girtin û bi darê zorê ofîsa Tevgera Azadî girtin.

Têkildarî mijarê endamên meclîsa Tevgera Azadî ya Germiyanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Germiyanê Hawrê Cebar di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Ev 5 roj in li dijî ofîsa me zext û êrîş hene. Îro hêzên asayîşê bi darê zorê em ji ofîsê derxistin û em destgîrkirin. Em vê biryarê weke biryarek dijminayî, bi taybet ya Tirkiyeyê binav dikin. Em Tevgera Azadî en ê têkoşîna xwe bidominin. Em daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikin ku li dijî vê biryarê helwest nîşan bidin. Ev biryar li dijî azadiyê ye. Bi vê biryarê diyar dibe ku herêma Kurdistanê ne azad e û dibin zextên Tirkiye û Îranê de ye.”