Odeyên Tabîban: Rîsk li ser girtîgehan heye

Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Deger û Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli gotin, girtiyên ku pergala wan a parastina bedenê lawaz e, divê tavilê bên berdan.

Têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) dewam dike. Pandemiya ku heta niha li zêdeyî 170 welat û herêman belav bûye, di serî de li Çîn, Îran, Îtalya û Spanyayê li tevahiya cîhanê bûye sedema mirina zêdeyî 16 hezar kesî. Li Tirkiyeyê jî hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Bi belavbûna vîrûsê re fikarên li ser girtîgehan zêde dibe, ku rejîma AKP'ê girtîgeh dagirtiye.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku hefteya derbasbûyî di vê der barê de wan hevdîtin bi rayedarên hikumetê re kirine, xwestine ku girtîgeh bên valakirin, lê hikumetê heta niha gaveke berbiçav neavêtiye.

Di serî de partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokratîk bi daxuyaniyan û kampanyayên li ser medya civakî bang dikin ku di vê mijarê de bi lezgînî gav bên avêtin.

Li Bedlîs, Colemêrg û Wanê ku gelek girtîgeh lê ne, metirsiya tenduristiyê ya li girtîgehan heye.

Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Deger anî ziman ku şewba vîrûsa koronayê li gorî grîbê zûtir û bi lez belav dibe û hîn dijwar belav dibe.

Deger diyar kir, ji ber vê yekê mirovekî bi tenê yê nexweş dikare vîrûsê li tevahiya girtîgehekê belav bike û got, "Mirovên nexweş, yên ku sîstema wan a parastina bedenê lawaz e û nexweşiyên dil û tansiyonê bi wan re hene, di rewşeke metirsîdar de ne ku jiyana xwe ji dest bidin. Bi taybetî mirovên di vê kategoriyê de ne divê bên berdan. Bêyî ku cihêkarî bê kirin divê gaveke wiha bê avêtin. Hikumet dibêje ku ew vî karî tenê ji bo girtiyên edlî dike, lê belê divê girtiyên siyasî jî bikevin ber vî karî. Girtî û hikumxwarên ku pergala wan a parastina bedenê lawaz e divê ji girtîgehê bên derxistin."

Deger her wiha destnîşan kir ku leşker û gardiyanên li girtîgehan divê maske û lepikan bi kar bînin, ji ber ku têkiliya xwe bi derve re heye, dikarin nexweşiyê li girtîgehan belav bikin.

ŞANLI: TEVDÎR NAYÊ GIRTIN

Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli careke din bang li gel kir ku ji malê dernekeve. Şanli bi bîr xist ku li girtîgehan tevdîr nehatine wergirtin, ev yek dikare rê li ber encamên dramatîk vekin û got, "Ji ber ku girtîgeh deverên girtî ne zêde hewa nakeve hundir.

Cihekî qelebalix e ku nikare ji rojê sûdê werbigire. Qada ku girtî lê li hev kom dibin gefeke mezin li wan mirovan dixwe ku pergala wan a parastina bedenê lawaz e. Tenduristiya mirovan li gorî me ji her tiştî girîngtir e û banga me li hikumetê ew e ku bêyî cihêkariyê bike girtîgehan vala bike."