Ocalan: TC dixwaze statûkoyê biparêze

Ocalan diyar kir, bi rengê federe yan jî hevkariyê be jî Tirkiye çavnebariyê li peyva Kurd dike, li gel hevkariya PDK’ê jî dixwaze Kurdistana Federe tasfiye bike û dixwaze statûkoya 70 salî dîsa serwer bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedemên ku DYE xwe disperse beşek ji Kurdan vegot, têkiliyên wê yên bi Tirkiyê re diyar dike, lê potansiyele mezinbûnê ya nakokiyên li ser mijaran Kurdan destnîşan dike.

Em beşeke ji nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 20’ê Gulana 1994’an a li ser hevkarî û pergala serwer, ji ber ku hê rojane ne, par ve dikin. Ocalan bal kişande ser wê ku sosyalîzm bi renge pergalî jê tê bihurîn û bi wateyekê bi pergala kapitalist re dikeve pêvajoya entegrasyonê û vê jî, bi wateyekê, bi rengê jê bihurîna rewşa hevsenga navnetewî ya ne di berjewendiya Kurdistanê de dibîne. Ocalan diyar kir, bi jêbihurîna vê rewşê rista Tirkiye kêm dibe, edî rola wê ya ku qereqola pêşketî be zêde namîne. Ocalan diyar kir petrola Rojhilata Navîn hê jî yek ji wan kana ye, ku tê mêtin, pir li ser tê rawestîn û tê xwestin ku ev di xizmeta berjewenidya yekdesten kapitalist emperyalîst de were hiştin û bi şerê Îran-Iraqê, bi Şerê Kendavê yê ku tê zanîn hewl dide ku vebêje û diyar dike, ‘’ Xeleka başûr a zexta zincîrê ya li ser Kurdistanê pêk tine. Ango ji hêlekê ve weke tevgereke parçekirina statûkoya li ser Kurdistanê dikare were dîtin. Pêvajoya dagirkirina Kuweytê ya ji hêla Iraqê ve rê li ber şikandina vê zincîrê vekir.’’

HEWCEYÎ BI BEŞEKÎ KURDAN HATE DÎTIN

Ocalan bi bîr xist ji salên 1990’î û wir ve Başûrê Kurdistanê bi raperîneke ku Başûrê Kurdistanê nedipa, jê re ne hazir bû û bi dest xwe re ketiye pêvajoyeke nû û wiha didomîne: ‘’Nakokiyên DYE’yê bi rejîma Iraqê re hebûn. Ne ji ber ku hij Kurdan dikir, li bara vê rewşê, tenê bi mebesta ku li ser rejîmê zextê bike, ji bo ku qadeke ku ji xwe re kiribû palpişt di dest xwe de bihêle bala wê çû ser Kurdan an jî beşekî Kurdan, bi wan re têkilî danî. Li Iraqê jî rewşên nediyar û nedihat zanîn bê ka wê bi kû ve biçe, kir ku DYE û hêzên Rojavayî mertaleke leşkerî ya bi rengê ‘’Hêza Çakûçî’’ ava bikin û vê zêdetir li Kurdistanê bişixulînin. Di encamê de parçeyeke Kurdistanê yê ku têra xwe şemîtonkî û ji her cure geşedanê re hazir derkete holê û ev rewş hate jiyîn.Çareya ku dîtin ew bû ku hikûmeta federa ya Kurd ava bikin, vê hikûmetê li ser yekeretiya hikûmeta Iraqê, ku ev di nav yekeretiya Kurdistanê de tê dîtin, mîna haleteke zextê bişixulînin, her wiha vê ji bo bêbandorkirina hêzên şoreşger, niştimanperwer ên Kurdistanê bişixulînin, a girîngtir jî vê hêzê ji bo ku Botan nebe qada şerkirinê û qada berxwedana hemû Kurdistanê bi kar bînin, ku PKK hale hazir lê difikirî ku vê qadê bike qadeke girîng a lêhûrbûnê û geşkirina şer. Jixwe 1992’an di Şerê Başûr de, bi pratîkî piştrast bû ku roleke wiha dane dewletafederal û wiha hatiye bikaranîn.’’

TIRKIYE ÇAVNEBARIYÊ LI VÊ DIKE

Ocalan diyar kir hêzen hevkar ên ku PDK û YNK jî di nav de bûn, 1992’an jî bi ser wan de çûne, jixwe rejîma Tirk bi vê çarçoweyê pêgirî dewleta Kurd a federal bûye û jê re bûye destek û berevanî lê kiriye. Ocalan armanca li vir jî wiha vedibêje: ‘’ Armanc ew bû ku PKK’ê li Başûr tecrîd bikin û pê re berê hêzên hevkar ên Kurd ên Başûr bidin PKK’ê. Di vê mebestê de jî ji hêlekê ve bi ser ketin an jî qismek ji vê hate pêkanîn. Helbet ji bo ku rewş têra xwe tevlîhev bû, li ber çavan bû ku ev ê zêde dirêj nedome. Nakokiyên li Kurdistanê hene; nakokiyên bi rejîma Iraqê re, nakokiyên navxwe û rewşa Îranê heye. Rewşa welatên Ereb, Siûdî û rewşa Sûriyê heye. A herî girîng ev e, statûyeke wiha ye ku Tirkiye ti caran rehet nabe. Federe jî be, bi hevkariyê be jî Tirkiye çavnebariyê li peyva Kurd dike. Çilo jî be wê bixwaze ku vê rewşê tasfiye bike û dîsa hewl bide statûkoya 70 salî serwer bike. Wê li Pakta Bexdayê, CENTO û statûyên mîna vê bigere. Weke ku tê zanîn, ji bo vê xwest ku civîneke sê alî bike, herî dawî Iraqê jî tevî nav vê bike û statûkoyê serwer bike. Ev nakokiyên li bara hev têra xwe zêde ne. Ango nakokiyên Îran-Iraqê, Îran-Tirkiyê, Tirkiye-Sûriyê, Sûriye-Iraqê zêde fersend û delîvayê bi dest ve nadin ku statûkoyeke wiha çêbibe. Her wiha berjewendiyên DYE’yê û ‘pergal nû’ heye. DYE di nav vê ‘pergala nû’ de heta dawiyê wê ji azaweriyê mêtingeriya çavsor a Tirkiyê, ji azweriyên wê yên emperyal re nebêje, erê. Ji ber ku wê zor li berjewendiyên wê bibin. Bi taktîkî jî be di nav wan de nakokî hene. Bi Sûriyê û Îranê re jî wê nakokiyên wiha werin jiyîn. Ji ber vê jî rewşeke tam tevlîhev û nakokî dibe ku bi carekê re biteqin. Û di rewşeke wiha de jî kî jê sûd werbigire, wê çawa sûd jê werbigire ne diyar e.’’

WÊ NAKOKIYÊN TIRKIYÊ Û DYE’YÊ HEBIN

Ocalan li ser mijara ku PDK û YNK werin pêşberî hev, diyar dike ew naxwaze lîderên Başûr werin rewşeke wiha şer û didomîne: ‘’Lê nakokiyên navxwe, nakokiyên êlî û baviktiyê, dijberbûna Behdînan û Soranê û ya jê girîngir, diyarker, helwesteke wiha ya Tirkiyê derkeve holê ku ji vê pêkhateya federa bibihure, hevkariya PDK’ê ya ku 40 salî geş kirî serwer bike û vê jî, bi rengekî ku bi Iraqê re û hinekî jî bi Îranê re li hev bike û pêk bîne. Diyar bû ku ev zaboqek e û wê neyê qebûlkirin. DYE hinekî jî pergaleke Kurd a federe ya cuda dixwaze. Belkî jî dixwaze bibe dewlet. Her wiha dixwaze Iraqê bi rengekî cuda bi xwe ve girêbide. Dibe ku DYE weke ku Tirkiyê nexwaze an jî nexwaze ku rejîma Sedam bi vî rengî domdar be. Tirkiye dixwaze pirsa xeta boriya petrolê, krîza aborî ya giran jî, talana aborî ya Iraqê jî bi mîsogerî bixe bin kontrola xwe. Ev pir jiyanî ye. Ji ber vê jî wê bi DYE’ê re nakokiyên xwe hebin.

PLANA TASFIYEKIRINA PKK’Ê

Bi esasî plana bi temamî tasfiyekirina PKK’ê dane ber xwe. Serekerkan Gureş, xwedêgiravî sozek daye miletê Tirk. Hinekî jî dişibe plansaziya 1992’an. Lê bi temamî ne wiha ye. Ev zêdetir plansaziyeke bi mohra Tirkiyê ye. Em nizanin vê ka DYE wê çi qasî vê plane bipejirîne. Dibe ku li pişt Elman û Fransiz hebin, belkî Rûsya jî zêde dengê xwe jê re dernexîne. Her wiha dibe ku bixwazin Îranê jî tevlî nav vê plane bikin. Jixwe em dizanin ku ji gelek aliyan ve hewl didin. Biryara Demîreş heye ku serdana Îranê bike. Demîrel bi bayê bezê çû Misrê, armanc ew bû ku wê jî tevlî bikin. Çawa ku di ketina Kuweytê de ya Iraqê rola Misrê hebû, dibe ku bixwaze roleke wiha ji bo rewşa Kurdistanê jî bixwazin bi kar bînin. Bi DYE’yê re nakokiyên xwe hene, em dibêjin belkî qet nebe lê ji aliyekî ve dibe ku destekê bidiyê.’’

BI CAREKÊ RE ÊRÎŞ BI SER BAŞÛR DE ANÎN

Ocalan dibêje bi giştî Tirkiye pêşengiyê ji vê plane re dike, ew pê dizanin ku Ingilistan û ji bo vê jî DYE wê zêde ne destekdarê vê bin û li gel vê jî Tirkiye wê berê xwe bide vê. Ocalan dibeje, nêzîkatiya li pêngava biharê ya 1994’an, hazirî û ji bo pêkanîna van ew ketine serdemeke watedar, mehên biharî, li giştiya Kurditanê wê tevgereke berfireh a gerîla û gel çêbibe û encamê bîne û dibêje, dibe ku TC vê bibîne û li dij vê planeke dijber binirxîne. Ocalan dibêje, ‘’ Wê xafilbûnek bû ku Serekerkaniya Tirk a xwedî rabirduyeke dîrokî ye û derdorên siyasî û leşkerî yên Tirk wê razayî bimînin. Bi ser de tê zanîn ku ew ji me zêdetir bi organize tevdigerin. Wiha, beriya me, beriya ku em pêngava xwe ya biharê bidin destpêkirin, bi carekê re êrîş birin ser Başûr. Ev êrîşên bi rengê birûskê bûn û lezandin. Nexasim ji PDK’ê re got, ‘’Min derbeke li PKK’ê da ku ji bo te jî talokeyeke mezin e, ya mayî tu temam bike’’. Jixwe PDK jî jî şerekî biçûk kire hincet û PDK kete rewşa aliyê ku êrîş anî.’’

DEMA KU VÎNA SERWER XWEST HEVKAR HAZIR IN

Ocalan diyar dike hêza hevkar girêdayî vîna serwer e, dema ku tê xwestin dikarin bi rêbazên wiha bikişînin nav şerê wê û jixwe kişandine jî, hêzên pêgir bi rengekî dî nikare bike. Ocalan dibêje, TC bi vê plane ku dixwaze Başûr kontrol bike, balê dikişîne ser Yekîtî, komên serbixwe yên gel û her wiha otorîteya kêm a PDK’ê û didomîne: ‘’Rewşe ku PDK bi rejîma Iıraqê re li hev bike heye. Ên din jî li pêş vê dibine asteng. Nexasim divê derdorên niştimanperwer ên bi lîdertiya Talabanî werin çewisandin. Divê li tevahiya Iraqê her kes otonomiya bi lîdertiya Barzanî qebûl bike. Ji bo ku were qebûlkirin jî pêdivî bi planeke wiha ya êrîşê heye. Biya me TC vê plane ferz dike. PDK jî ev sazkar kir. Piştî ku bersiv hate dayin li Başûr ev rewşa şer derkete holê. Dibe ku hemû hêzên emperyalîst nexwazin ev wiha bibe. Wek ku min gotî, Tirkiye hem ji hêla aborî û siyasî ve û hem ji ber tirsa ji pêngava me ya biharê mecbûrî vê ma. Dijmin tengezar bûye, nema dikare xwe tev bide û ji bo vê jî her gav dibe ku dînitiyan bike. Her care jî dawiya dînitiyan ne di berjewendiya wan de ye, dibe ku ne bi berjewendiya wan be jî. Jixwe mirov ji dijmin, ji hêza şerê taybet tiştekî dî nape. Dive tiştinan bike û jixwe wiha dike.’’

TC DIXWAZE STATÛKOYA DÎSA AVA BIKE

Ocalan dibêje ev rewşeke nû ye û TC dixawze zorê li statûkoya herêmê bike û statûkoya berê deyne. Ocalan diyar dike, ji bo ku ev pêk were jî divê otorîteya bi lîdertiya Sedam li tevahiya Iraqê serwer bibe û didomîne, ‘Ev serwerî her çendî ji bo TC’ê, jib o serkutkirina tevgera Kurd zemîneke pir baş çêbike jî, ji bo hêzên herêmî, di serî de DYE ji bo gelek dewletên hûr û gir, wê ne bi heman rêjeyê be. Taloke li ser berjewendiya van dewletan heye. Niha ev rewşeke giran a nakokiyê ye. Jixwe li ber çavan e ku ev nakokî dertê holê û wê zêdetir geş jî bie. A girîngtir jî gavek hate avêtin. Xwest ku vê PDK’ê bide kirin. PDK dikare vê bi ser bixe an na? Ji bo ku bi ser bixe divê bi carekê re biçewisîne û bibe tekane otorîre.’’

ARMANCÊN STRATEJÎK ÊN TC’Ê DIYAR IN

Ocalan dibêje ew hay jê hene, bi çarçoweya otonomiyeke nû yak u Ii Başûr hatiye pêkanîn, PDK ya ku bi Tirkiyê, Iraqê û Îranê re bûyî yek,, wê tevgera serxwebûnî ya niştimanperweriya Kurd û nexasim geşedana wê ya 20-30 salên dawî; hemû destkeftiyên tevgera rizgariya netewî ya hevdem biqedîne û didomîne, ‘’Ev bêguman wê bibe têkçûneke mezin’’ û wiha bi nav de dice: ‘’Nexasim geşedanên van 20 salên dawî yên bi pêşengiya PKK’ê derketine holê wê derbeke mezin bixwe. Pir zelal e ku ev ê wiha bi hêsanî neyê qebûlkirin. Li dijî planeke wiha bi konetî, yak u wê destkeftiyên me yên 20-30 salê dawî ji dest me bibe, diyar e bê ka tevgera şoreşger, hêzên niştimanperwer, te divê reformist, te divê şoreşge bin, hemû hêzên netewî yên demokrak yên ne hevkar wê helwesta xwe nîşan bide. Van salên dawî di van hêzan de geşedanek çêbû. Di serî de jî rêbertiya PKK’ê geşedanên mezin bi xwe re anî. Ji bo vê jî divê were zanîn ev plan li dijî meyla şoreşger, niştimanpwerer û serxwebûnxwaz a PKK’ê ye. Armanca sereke ev e. TC bi vê armancê bi hêzên mêtinger û emperyalîst re bi stratejîk li hev kiriye, lê dema ku dor ê ser pêkanîna vê, nakokiyan hingî wiha şax vedane, hingî wiha tevlîhev bûne, gelek arîşe dertêne holê.
TC tim du tezan dixebitîne û dixwaze gavên vê yên pratîk jî bibe her deverê;
*Ji hêla stratejîk ve dixwaze bi hemû cîhanê bide qebûlkirin ku PKK ‘terorîst’ e û li tevahiya Ewropayê vê bide pejirandin.
*TC dixwaze dewletên mêtinger bikişîne nav statûkoya herêmê.

HAZIRÎ Û TECRÛBEYÊN PKK’Ê HENE

Li Ewropayê hin derz hene, ji ber ku TC tevgera Kurd bi giştî înkar dike û bi komkujî nêz dibe. Em vê dertînin holê. Dixwaze heman tiştî bi dewletên mêtinger re bidomîne. Em dibêjine van dewletan jî, ‘’TC dixwaze xwe serwer bike, dixwaze serwerî Kurdistana Iraqê jî bibe’’. Ji bo vê jî rejîma Iraqê jî, Sûriye û Îran jî zêde pê ewle nabin. Bi giştî li dijî talokeya Kurd her çendî fikra wan yek be jî, ev lihevkirin di pratîk de pêk nayê. Taktîkên şoreşger tam di rewşên wiha de sazkar dibin. Rojanekirina ku em jê re qada taktîk dibêjin, watedarkirin û lê ser rawestîn dertê holê. Jixwe hin tecrûbeyên PKK’ê di vê mijarê de hene; li dijî van nêzîkatiyên bi konetî yên PDK’ê em pir hazir in.Ev 20 sal in ji hêla îdeolojîk, siyasî û pratîk em peywirdar in ku li dijî vê bibin xwedî helwesteke rast. Her çendî hin milîtanan nekarîn ku vê taktîkê rast pêk bînin û nexasim di xebatên Başûr de hinan ev bi ser nexistibe jî, taktîka me bi esasî hevkariya PDK’ê bi asteke girîng asteng kir. Tim rewşeke bersivdêr heye. Ev di Şerê Başûr de bi rengekî hê karîger derkete holê. Ji hêla îdeolojîk ve zelalbûn tim di rojevê de ye. Ji hêla pratîk ve jî em rê li rewşên wiha venakin ku bikevin bin bandora wan.Helwestên serbixwe, bi insîyatîv, ango li Kurdistanê avakirina me ya qadên gerîla, wê taktîkên ku xwe dispêrên ser PDK’ê pûç bike. Jixwe gelek hewldanên TC’ê yên bi vê çarçoweyê hatin pûçkirin. TC hinekî jî xwe sparta ser PDK’ê û cerdevanî danîn; cerdevaniya Dihê, Colemêrgê anî. Lê ev ji bo TC nabin çareseriyeke giştî. Dibe ku em hinekî asteng kiribin, gelek ziyan dabe me lê bi asteke girîng geşbûma nekarî ku asteng bike. Jixwe têkoşîneke geş heye. Li ser xeta sînor ê ku hê jî xwe digire û xurt e, em in. Bi plana dawî, wê 70 qereqol ava bikirina lê nikarîbûn ku ava bikin; wê herêmeke tampon çêbikirana lê nikarîbûn çêbikin. Ji ber ku nikarîbûn vê pêk bînin, kirk u ew vê plana dawî bi rengekî dîn û haran sazkar bikin.

Wê bidome..