Ocalan qala Îmraliyê dike - I

"Her tişt ji bo mirina min amade kiribûn. Bi giranî ji bo tinekirina bi fîzîkî, nebû jî ji aliyê wateyê ve dixwestin min tine bikin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê "Parêznameyên DMME'yê - Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Gel ve" ku sala 2001'ê hate weşandin, pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê ji her alî ve raxist pêş çavan. Em ve yekê beş bi beş parve dikin.

"Yek ji mezintirîn xiyanetên sedsalê, wê hîn jî xwe weke dost û alîgirê azadiyê nîşan bida, xwediyên helwesta herî mezlûm û leheng wê bihatina tinekirin û jibîrkirin. Meydan wê ji xayin û nokeran re bihata vekirin ku ji bo berjewendiyên xwe li benda rewşeke bi vî rengî bûn.

HER TIŞT JI BO MIRINA MIN HATIBÛ AMADEKIRIN

Her tişt ji bo mirina min hatibûn amadekirin. Bi giranî ji bo tinekirina bi fîzîkî, nebû jî ji aliyê wateyê ve dixwestin min tine bikin. Tevî ku gelekî li ser fikirîm, texmîn nakim ku ji bilî vê yekê armanceke din hebe. Komplo gelekî kûr û xumamî bû, lewma ji bo têkbirina komployê pêwîstî bi pêngaveke mirovahiya pêşverû ya di asta mûcîzeyê de hebû.

DIXWEST BI ŞÊWEYEKÎ DIN TOLÊ HILÎNE

Çarenûseke bêrehm hatibû amadekirin ku di rewşeke wiha de cîhan tev bûbû dijber, dost û hevrêyên herî nêz jî, li gorî bawerî û nirxên xwe yên moralê ji bilî 'mirineke bi şeref' ne li benda tiştekî din bûn. Mejiyê sedsalê ev bû. Mejiyê dost jî wiha bû, yê dijmin jî. Cihê ku hest û bawerî lê qerisîn, ev bû. Her tiştî, tenêmayineke metirsîdar ferz dikir. 'Dayina ber guleyan' a li gorî pîvanên şer, ez nabêjim gelekî dûr bû, lê belê tevî ku weke mafekî dihate dîtin, ev maf ji min re nedihat naskirin. Şaristaniyê dixwest bi şêweyekî din tolê ji min hilîne.

ZAROKÊ KU XIYANET LI XEWN Û XEYALÊN XWE NEKIR

Min ti carî bi lîstika qehremaniyê nelîst. Ne xwedî cesareteke welê me ku tê texmînkirin, tevî ku dixwazim 'ez çi bim bi wî rengî bêm dîtin', hevalên herî nêzî min jî ev nedîtin. Lê belê taybetmendiyeke min hebû ku min ê xiyanet lê nekiribûya: Ez ê timî ew zarok bûma ku xiyanetê li xewn û xeyalên xwe nake. Minê xwedayên şaristaniyê nas nekiribûya, li saziyên wê neheliyabûma û nebûma mêrê malbatê yê jinên wê. Diyalektîka kesayetiya me gaveke bi vî rengî bi ser xistibû. Mesele êdî ne nakokiyeke erzan a navxweyî ya Tirkiyeyê bû. Rewş û asta min, Prometheûsiyekî hemdem li ser min ferz dikir.

ATÎNA, MOSKOWA, ROMA Û KENYA

Çarmixkirina min li tehtên Îmrlaiyê û çarmixkirina Prometheûs ê li çiyayên Kafkasyayê ji hev ne cuda bû. Ya herî giran û bi êş ew e ku ev yek jî ji aliyê heman neviyên Xwedayê Athena Zeûs ve hatiye kirin. Yek ji navendên bijarte yên şaristaniyê Moskowa, bi lîstikeke namerdî, ji bo yek du îhaleyan û krediya IMF'ê ya ji çend milyarî, li dijî min tevgeriya.

Li Romayê jî, arenaya koledariya klasîk û hesabên zirav ên kapîtalîzmê, wê ti nirxên moral û hiqûqê nas nekiribûya, bi teroreke psîkolojîk a giran wê şerekî mezin ê rûmetê li min ferz bikira û neçar bihatama hiştin ku ya pêwîst bikim.

Athena jî wê baweriya bi navê dostaniyê ku bi şêweyekî fahîşeya herî mezin jî nekarî cesaret bike, bi namerdî bi kar bianiya û li paytexta Kenyayê, ez radestî diyarê barbaran bikira.

Min ti carî ji qederê bawer nekir, lê belê di çarmixa sedsala 20'an de ku hêzên qederê li min ferz kirin, ez ê bi tena serê xwe bimam. Min ê lêdana dawî ya dilê xwe û bermahiya herî dawî ya mejiyê xwe jî ji bo mirovahiyê bi kar bianiya.

LI PÊŞBERÎ LENETA ŞARISTANIYA HEMDEM, EZ Ê TÊK NEÇÛBÛMA

Ji bo kesên dixwazin sekna min a li Îmrlaiyê fêhm bikim, vê pênaseya kin dikim. Ya ku pêk tê, ne rexnekirin û rexnedayineke ji rêzê ye, ne efû ye, ne jî bendewariyek e. Nêzîkatiyên bi vî rengî ji wateya min re nabin bersiv. Rewş cudatir e û pêwîstî bi fêhmkirina reseniyekê, bi fêhmkirina xweseriyekê heye. Helwesta aştî û biratiyê, bê şik û guman ji bo min xwedî wesfeke cewherî ya kûr e. Helwesta siyasî di rêza duyemîn de ye ku min ê destpêkê helwesta siyasî hilnebijarta, ya jî bersiv nedabûya bendewariyên şaristaniyê û xwe nekiribûma amûreke di destê şaristaniyê de.

Min ê di vir de mezinahî bidîta û li pêşberî leneta şaristaniya hemdem têk neçûbûma. Her nêzîkatiyeke siyasî ya ku cih dide hevkariya jiyana biratî, aştî û azadiya bi rûmet, ji bo min gelekî hêja bû.

Cewhera parêznameyên min ên li Îmraliyê ev e. Hêvîdar im qîmetê wê roj bi roj baştir tê fêhmkirin.

Wê bidome...