Ocalan: Plana tasfiyekirinê bi navê 'gava demokratîkbûnê' hate pêşkêşkirin

Plana tasfiyekirinê bi navê 'gava demokratîkbûnê' hate pêşkêşkirin. AKP û hevkarên wê li benda serketinê bûn. Li pêşiya vê plana bi rastî jî tevlîhev û zexel, tenê PKK asteng bû.

Dikare bê gotin ku têkoşîna PKK'ê ya heta niha ji bo wê bû ku pirsgirêka Kurd nîşan bide. Di şert û mercên destpêkê de înkarkirina rastiya Kurdan bi rengekî xwezayî pirsgirêka hebûnê dixist rojevê. PKK'ê jî bi argumanên berê yên îdeolojîk hewl da ku hebûna pirsgirêkê ispat bike. Çepa Tirk bi xwe jî bi rengekî realîst nêzî pirsgirêkê nebû. Vê yekê jî pêwîstî bi wê anî ku di asta welat û neteweyî de fikir û rêxistinbûn pêk were. Avabûna PKK'ê jî pêwendiya xwe bi pêvajoyê re heye. Dewamkirina înkarê bi rêbazên zirav, çalakî û rêxistiniya li ser bingeha nasnameyên cuda xiste rojevê. Piştî ku netewe dewlet a Tirk a ku di polîtîkaya înkar û tunekirinê ya kevneşop de israr dikir derfet neda ku ev pêvajo bi lêgerîneke çareseriya polîtîk bê nirxandin, berevajî vê yekê ev lêgerîn bi terora faşîst a ber bi darbeya 12'ê Îlonê pêşwazî kir, pêngava şerê gel ê şoreşgerî ya PKK'ê weke yekane alternatîf kete rojevê. Di vê rewşê de PKK ya wê mîna komên çep demokratîk ên li Tirkiyeyê tasfiye bibûya yan jî wê li ser berxwedanê biryar bida. Eger pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka nasnameya îdeolojîk derket û veguherî pirsgirêka şer, di vê de hewldana sîastemê ya bi polîtîkayên înkar û tunekirinê ya bi destê faşîzma 12'ê Îlonê meşand, roleke xwe ya diyarker hebû. Wê bêhtir rasteqîn be ku Pêngava 15'ê Tebaxê ya 1984'an di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Pêngav ji tevgera rizgariyê bêhtir, hîn bêhtir nêzî armanca ispatkirina hebûnê û dewamkirina wê bû.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ DI ASTEKE GIRÎNG DE BI SER KET

Polîtîkaya înkar û tunekirinê ne tenê bi rengekî veşartî û nixumandî dihate meşandin. Pêkanînên heyştê salî yên vê polîtîkayê di nava Kurdan de rê li ber biyanîbûnê vekiribû. Zext li Kurdan hatibû kirin ku hebûna xwe biterikînin. Ev terikandina bi zorê û bi amûrên aboriyê, di asteke girîng de hatibû pejirandin. Rastiya gelekî, civakekê ya ku dûrî ji rastiya xwe hebû. Pêngava 15'ê Tebaxê wê bi esasî ev biyanîbûn bişikanda, encam û polîtîkaya înkar û tunekirinê pûç bikira. Mirov dikare bêje ku di vir de di asteke girîng de bi ser ket. Kurdbûn ji nû ve xwe nîşan dida, vediguherî rastiyekê ku ji aliyê Kurdan ve hate qebûlkirin. Ev qebûlkirin di asta dewletan de jî pêk hatibû. Lê belê qebûlkirin nedihat wateya çareserkirinê. Piştî ku nêta wan a çareseriyê dernekete holê, şer û dejenerebûna rewşa şer a heta astekê dewam kir. Herdu alî jî dûrî çareseriya bi rêbaza leşkerî bûn.

FIRSENDA DÎROKÎ YA JI DEST HATE BERDAN

Dem bi dem ev şens bi dest xistibin jî ji wan nehat ku baş bi kar bînin. Piştî ku şensê çareseriyê yê sala 1993'an hate sabotekirin, pêvajoya şer hîn bêhtir bêrehm û dejenere bû. Pêvajoya salên 1993 û 1998'an dikare bê gotin ku pûçkirina şensê çareseriya leşkerî ya aliyan bû. Lêgerîna polîtîk a sala 1993'an eger bi komplo û sûîqestan nehatibûya pûçkirin, hem di çareseriya pirsgirêka Kurd de hem jî di avakirina komara Tirkiyeyê de serdemeke gelekî pozîtîf dikarîbû destpê bikira. Firsendeke dîrokî ji dest hate revandin. Lêgerînên çareseriyê yên salên 1997-98'an li heman aqûbetê rast hat an jî lê rast anîn. Hêzên komploger û sûîqestgkar heman şensê çareseriya siyasî nas nekirin. Pêvajoya hevdîtinê ya li Îmraliyê rewşeke bi nakok afirand. Di şexsê A. Ocalan de alîgirên çareseriyê û dijberên çareseriyê ketin nava rageşiyeke mezin.

PKK'Ê XWE LI SER BINGEHA KCK'Ê WEKE HÊZA ÇARESERIYÊ ŞÊNBER KIR

Şer destpêkê di nava herdu hêzan de dewam kir. Lê belê piştî sala 2005'an PKK'ê xwe li ser bingeha KCK'ê weke hêza çareseriya şênber kir, nîqaş û bihevketina desthilatdariyê ya li nava komara Tirkiyeyê mezin bû. Vî şerî û vê nîqaşê di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke diyarker rabû. Abdullah Ocalan helwesta xwe ya têkildarî PKK'ê û Komara Tirkiyeyê, li aliyê çareseriya KCK'ê danî. Di vê rewşê de bi temamî li hev nekiribe jî di navbera PKK'ê û saziyên dewletê de pêvajoyeke diyalogê ji nû ve dest pê kir. Di diyalogê de para AKP'ê zêde tune bû. Ev yek însiyatîfa dewletê bû. AKP'ê 4'ê Gulana 2007'an bi lihevkirina veşartî ya Dolmabahçeyê re Serokatiya Fermandariya Giştî û piştre jî 5'ê Mijdara 2007'an bi DYE'yê re li hev kir ku van lihevkirina rewş bêhtir tevlîhev kir.

PLANA TASFIYEKIRINÊ BI NAVÊ 'GAVA DEMOKRATÎKBÛNÊ' HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Hikumeta AKP'ê li ser bingeha tasfiyekirina PKK'ê kete nava lêgerîna çareseriyê. Bi hin gavên seranser (serbestiya kûrs û weşana kurdî ya kêm) ji derve piştgirî wergirt û şer gihand asteke nû. Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan 2005’an li Amedê di axaftina xwe de pêngaveke girîng a taktîkî kir, soza çareseriya pirsgirêka Kurd da. Di nava vê sozê de nêta li ser qaşo mafê şexsî hebû ku bi vê yekê dixwest PKK’ê tecrîd bike û piştgiriyê ji bo AKP’ê werbigire. Planeke tasfiyeyê ku gelekî li ser xebitî bûn, li gel DYE, Yekîtiya Ewropa û welatên cîran bi partiyên dewletê yên navxweyî, saziyên çapemeniyê û rêxistinên civakî hatibû birêxistinkirin û piştgirî ji nokerên Kurd standibû bi nave ‘gava demokratîkbûnê’ hate pêşkêşkirin. Her wiha pêngaveke çalakiyan û seferberiya topyekûn a ku di pratîkê de li eniyên leşkerî, siyasî, aborî, çandî, psîkolojîk û dîplomatîk hatibû kûrkirin, li gel plane xistin meriyetê. Hêzên nû yên milîsan ne Ulkucu û Hîzbûllah bûn, lê belê ‘Hamasa Kurd’ bûn ku di bin rêveberiya hikumeta AKP’ê de hate avakirin. Plan û pêngava ku CHP a Denîz Baykal û hin fermandarên li nava artêşê li ser li hev kirin, ev bû. Li gel muxalefeta girîng a hin saziyên li nava dewletê jî xwe ji bicihanîna vê planê nedan alî. ‘Operasyonên KCK’ê parçeyek ji vê planê û bicihanîna wê bû. Êrişên hewayî û operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê di çarçoveya heman plane de bû.

AKP Û HEVKARÊN WÊ LI BENDA SERKETINÊ BÛN

Li pişt plan û pêkanînan helwesta tasfiyekaran a navbera salên 2002-2004’an û têkiliyên wan xwedî pareke girîng bû. AKP û hevkarên wê ji vê plan û pêkanînan li benda serketineke tam bûn. Ev plana tevlîhev û piralî li gorî wan wê vê care bi rengekî dîrokî bi ser biketa. Li pêşiya serketina vê plana tevlîhev û zexel, tenê PKK weke asteng dihate dîtin. Lewma gavên dihatin avêtin hemû jib o tecrîdkirin û bêçekkirina PKK’ê bûn. Li ser vê bingehê hêz hemû hatin bikaranîn. Hema bêje ti hêz nema ku rûyê xwe yê rast nîşan neda.

NE PÊKAN BÛ KU PKK MÎNA BERÊ JÎ DERBÊ BIXWE

Lê belê PKK’ê bi rengê KCK’ê li ser bingeha çareseriya neteweya demokratîk xwe xiste pratîkê û di asteke girîng de xwe ji kêmasiyên berê rizgar kir. Vê yekê kir ku tasfiyekirina PKK’ê ne pêkan be. Ne pêkan bû ku bi qasî berê jî derbê bixwe. Tevî ku tevgera veguherîn û sererastkirinê nû jî bû gelekî bi pêş ket. Hîn ji destpêkê ve diyar bû ku ev plana AKP’ê ya hewl dida bi beşeke artêşê bi cih bîne, wê têk biçe. Lê belê AKP’ê bi piştgiriya artêşê ya li vê plane, hewl da desthilatdariya xwe bêhtir mayinde bike. Her ku ceriband û desthilatdariya xwe xurt kir, gotinên ‘gava demokratîkbûnê’ mîna benîştekî cût ku ji aliyê teorîk, pratîk ve ti amadekariyeke xwe ya cidî û durust tune bû. Desthilatdarî mîna bazirganekî bû ku li berjewendiyên xwe difikirî. Pirsgirêka Kurd di vê çarçoveyê de bêhtir tevlîhev bû. Dema ku li pêşberî xwe şensê çareseriyeke demokratîk û aştiyeke bi rûmet û bi wate nebîne wê vê care derbasî qonaxa jiyana azad û berxwedaneke topyekûn a ji bo parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiyê bi hêza xwe.

PKK a ku di destpêka salên 1970’î de dest bi têkoşînê kir, div ê qonaxê de wezîfeya danîbû pêşiya xwe ew bû ku hebûna Kurdan neke mijara nîqaşê û pirsgirêka Kurd jî bi feraseta dewletê ya reel sosyalîst çareser bike. Tevî ku hebûna Kurdan êdî nedibû mijara nîqaşê jî, li dewletperestiya netewe asê mabû. Pêvajoya rexnedayinê cewhera dewletperestiya netewe ya ji aliyê antî sosyalîst û antî demokratîk ve raxist pêş çavan. PKK’ê bi xwe dît ku bêyî civaka demokratîk sosyalîzm nikare bê avakirin û çareseriya pirsgirêka Kurd di avakirina neteweya demokratîk de tespît kir. Pirsgirêka heyî pêwendiya xwe bi wê yekê heye ku ev armanc wê bi siyaseta qanûnî demokratîk yan jî bi şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn pêk were.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine amadekirin…)

WÊ DEWAM BIKE…