NY nerazîbûn nîşanî zextên li Başûrê Kurdistanê da

Neteweyên Yekbûyî ji ber girtina ji kêfî, dozên ne adilane û zextên li ser rojnameger û parêzvanên mafên mirovan ên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.

Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Rojnameger, çalakgerên mafên mirovan û xwepêşanderên ku sala borî rayedarên Kurd rexne kiribûn, hatin girtin û gef li wan tê xwarin.”

Li gorî NY “33 rojnameger û çalakger bêyî sedem hatine girtin, destûr nayê dayîn ku parêzer biçin serdana van kesan û malbat jî nayên agahdarkirin.”

NY diyar kir piştre hinek kes hatine berdan lê dûre dîsa 5 kes bi sûcdariyên din hatine girtin. NY got “Rojnameger Ayaz Kerîm, Kohîdar Zebarî û Şerwan Şerwanî û çalakger Şivan Seîd û Harwîan Îsa bi sûcdariyên ‘sîxurtiyê’ û ‘pêşiya bêîstîkrarbûna Kurdistanê vekirine’ 6 salan cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

Rojnameger Şerwanî bêtir nûçeyên li ser nelirêtiyê çêdikir û beriya ku were girtîn jî li ser rûpela xwe ya Facebookê Serokwezîr Mesrûr Barzanî rexne dikir.

Di meha Gulanê de Dadgeha Temyîzê diyar kiribû ev 5 kes çûne serdana Konsolosxaneyên Elman û Emerîkayê û ew bi ‘sîxurtiyê’ sûcdar kiribû.

Konsolosxaneya Elmanyayê ji vî tiştî re got ‘referanseke beredayî’ û Wezareta Karên Derve ya DYE jî di rapora xwe ya mafên mirovan a salane de diyar kiribû rayedarên Kurd bandorê li ser bûyerên siyasî yên hesas dike.