‘NY divê nebe hevkarê planên PDKê’

Pisporê Rohilata Navîn Niyaz Hemîd diyar kir, tê gotin ku nûnertiya NY’yê ya Hewlêrê ji bo avakirina Şengalê ketiye bin kontrola PDK’ê û got, ‘’Divê NY nebe hevkarê van planên PDK’ê.’’

Pisporê Rojhilata Navîn derbarê ji nû ve avakirina Şengalê axivî û got, NY li gel ku li gelek deverên Iraqê xebatên avakirinê dike jî li Şengalê ti gav neavêtiye û di bin kontrola PDK’ê de ye û  li gorî ajandaya siyasî ya PDK’ê diçe. Hemîd ji ANF’ê re axivî û got îdîa hene ku nûnerên NY’yê yên li Hewlêrê di bin kontrola PDK’ê tevdigerin û got, ‘’divê NY nebe hevkarê vê plana PDK’ê.

 ‘AQÛBETA KU JI BO ÊZÎDIYAN TÊ ÇÊKIRIN TÊRÊ NAKE’

Hemîd got NY tişta ku li Şengalê bûyî weke qirkirinê qebûl dike û got ji bo ku Êzîdiyên di destê DAIŞ’ê de ne werin xilaskirin NY’yê pere şandine lê PDK’ê dest li ser van pereyan daniye. Hemîd got: ‘NY qebûl dike ku tişta ku 3’yê Tebaxê li Şengalê hatî jiyîn qirkirin e û para xwe jî di vê qirkirinê de dibînin. Neteweyên Yekbûyî bi rapora 16’ê Hezîrana 2016’an tişta ku li Şengalê hatî jiyîn weke qirkirinê nas kir. Neteweyên Yekbûyî ji bo jin û zarokên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de werin xilaskirin hinek dirav jî da hikûmeta PDK’ê. Lê piştî ku PDK ev pere standin weke pereyên dî çi bi van pereyan hat aqûbeta wê ne diyar e.’’

 ‘JI BO ŞENGALÊ TI PROJE NEANÎN’

Hemîd got, ‘divê NY bişopîne bê ka çi bi van pereyan hat’ û got: ‘’NY heta niha li Mûsil, Şergat, Geyyarê û li deverên dî yên Iraqê ji bo cihên penaberan ava bike gelek pere xerc kir. Ji bo jêravanî, nexweşxane û cihê perwerdehiyê gelek proje danîn. Lê li gel ku Şengal û gundê wê hatine azadkirin jî ti proje nedanîn.’’

 ‘PDK DIXWAZE ÊZÎDIYAN BELAV BIKE’

Hemîd got PDK naxwaze Êzîdî li warê xwe vegerin û got: ‘Nûnertiya NY’yê ya Hewlêrê gelek caran çû Şengalê. Wiha xuya dike nûnertiya NY’yê ya Hewlêrê di bin bandora PDK’ê de dibîne û li gel wan jî nikare tiştekî bike. Ji ber ku PDK naxwaze gelê Şengalê vegere. PDK çawa ku bû sedema qirkirina Êzîdiyan niha jî dixwaze wan êsîr bigire, kontrol bike. Dixwaze wan di kampan de bigire û wan şepirze bike.’’

Hemîd diyar kir PDK li gorî planên AKP’ê tevdigere û dixwaze Êzîdiyan tertûbelav bike û xwest ku NY nebe hevkarê van planan. Hemîd got: ‘’Her wiha PDK dixwaze Êzîdîyan li Ewropayê belav bike û wan ji warê wan bike. Êzîdiyên ku ji qirkirinê filitîn dixwaze bi vî rengî tine bike. Ev plana AKP’ê ye. NY jî divê nebe hevkarê vê plana PDK’ê. NY divê xebatên wiha bike ku Êzîdî vegerin ser şûnwarê xwe.’’