Nûnerê Fûat Alîko parastina xiyanetê kir!

Enver Naso, ku endamê meclîsa partiya Fûat Alîko û nûnerê wî ye, li ser têkiliyên bi AKP'ê re û xiyanetê, li xwe mikur hat.

Enver Naso endamê komîteya navendî ya berpirsê partiyê Fûat Alîka li Amûdê dijî, di hevpeyvîna ji Roz News ya malpera li ser înternetê kirî de, li xwe mikurhatibû. Naso, wê piştgiriyê bidin AKP’ê û Erdogan ê ku ji aliyê gelê Kurd û hejaran ve weke dîktator tê binavkirin. Naso li xwe mukur hat û diyar kir ku Erdogan ji bo Tirkiyeyê û Kurdan wê hê bikêrtir be, nêzîkatiyên Erdogan ên ji bo pirsgirêka Kurd ji her kesê baştire, weke kesekî ku çareseriyê tîne diyar kir. Naso îdîakir ku Erdogan li Tirkiyeyê gavên demokratîk avêtin, berpirsyariya hilweşîna bajar, navçe, kesên ku li jêrzemînan hatin qetilkirin ne li stûyê Erdogan de ne.

‘TIRKIYE ME PERWERDE DIKE’

Naso ê ku li ser daxuyaniyên ku beriya niha Siyabend Haco ê ku ji nava ENKS’ê derket û Fûat Alîko û H. Beşar wan temsîl dike bersiv da û wiha got: “ Di nava SÛK’ê de Hakim Beşar û Fûat Alîko wê beşdarî civînên Cinêvê nekin. Betalkirina nûnertiya Siyabend Haco ji ber berjewendiyên kesî û ji ber armancan pêk hatiye. Hevdîtinên li Cinêvê dewam dike. Birzê Beşar û Alîko wê nûnertiya me bike.”

Yek ji îtirafên Naso jî ew bû ku têkiliyên çeteyên pêrşmergeyên Rojava bi Tirkiyeyê re heye. Naso îdîa kir ku zû yan direng wê pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin, ev çeter ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, diyar kir ku ev jî ne şaş e. Naso di vê mijarê de wiha got: “Pêşmergeyên me zû yan direng wê derbasî Rojava bibin. Pêşmergeyên me Tirkiye wan perwerde dike. Em ne tiştekî pir şaş e. Şaştî li aliyekê em ji ber piştgiriya Tirkiyeyê spasiya wan dikin.