Nûnerê dewleta Tirk ê li Basanê: Bîho Axa

Serçete Bahattîn Aktûg ku 29 sal in li Basanê serokê şaredariyê ye, hemû xizmên wî di saziyên dewletê de ne. Malbata Aktûg li navçeyê temsîla dewleta Tirk dike.

Li navçeya Basan a Şirnexê 27 gund û bajarokek hene. Nifûsa xwe bi giştî 12 hezar e. Şaredariya wê 29 sal in ji aliyê Bahattîn Aktûg ê ji Eşîra Harûna ve tê birêvebirin ku weke Bîho Axa tê naskirin. Aktûg 4 serdeman ji DYP'ê, 2 serdeman jî ji AKP'ê bû şaredar. Lê ne tenê şaredarî, hemû saziyên dewletê yên li navçeyê di kontrola malbata Aktûg de ne. Ji bo Aktûg ê sala 1948'an çêbûye tê gotin, "Ji roja ku Basan bûye navçe û vir ve serokê şaredariyê ye." Tê gotin, eger ew tiştekî qebûl neke, nepêkan e ku bi cih were anîn. ji kesên li saziyên cemaweriyê yên li navçeyê bixebitin heta belavkirina alîkariyên civakî. Her wiha tê gotin, qeymeqam û fermandarên leşkerî yên ku li gorî 'sîstema Aktûg tevnagerin' cihê wan tê guhertin.

Kurê Bahattîn Aktûg Mehmet Aktûg serçete ye. Kurekî wî yê din Ahmet jî Midûrê Perwerdeya Milî ya li Navçeyê ye. Kurê wî yê endezyar Hişyar Aktûg yek ji endezyarên Bendava Ilisûyê ye. Kurên wî yên muteahît Selahattîn û Bûrhan Aktûg jî hemû îhaleyên înşaet û sererastkirina avahiyên saziyên fermî yên li navçeyê bi tena xwe digirin ya jî dibin şirîkê fîrmayên ku îhale girtine. Karê çêkirina rê û qereqolên leşkerî jî yê Selahattîn û Bûrhan Aktûg e. Keça wî Rahşan Aktûg 'di fermiyetê de' li Nexweşxaneya Dewletê ya Entegre ya Basanê dixebite, lê di pratîkê de midûrtiyê dike. Biraziyekî wî li Daîreya Bacê ya Basanê, neviyekî wî jî li Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî de ne. Gelek ferdên din ên malbata Aktûg li saziyên dewletê cih digirin.

QEYMEQAM JÎ JI ALIYÊ WÎ VE TÊ DIYARKIRIN

Şêniyên navçeyê anîn ziman ku qeymeqam jî neçar e li gorî Aktûg tevbigere û gotin, "Eger vê neke wê nikaribe li navçeyê bimîne." Şêniyên navçeyê bi bîr xistin ku sala 2004'an kurên Aktûg Selahattîn û Bûrhan Aktûg li qeymeqamê navçeyê Vûral Karagul xistibûn. Welatiyan diyar kirin ku piştî lêdanê her du kurên Aktûg Selahattîn û Bûrhan Aktûg hatin girtin, lê piştî demeke kin hatin berdan.

DI KOMKUJIYÊ DE CIH GIRTIBÛ

Dema ku 15'ê Çileya 1996'an li Basanê gule li 11 kesên di mînîbusê de hatin reşandin û piştre hatin şewitandin, hem şaredar bû hem jî serçete bû. Gelekî hewl hate dayin ku Komkujiya Basanê bixin stuyê PKK'ê. Lê belê derketibû holê ku çekên di komkujiyê de hatin bikaranîn ên cerdevanan e û şahidan diya rkiribûn ku saziyên leşkerî ji komkujiyê berpirsyar in. Çend ji kesên di komkujiyê de hatin kuştin cerdevan bûn. Eşkere bûbû ku cerdevanên hatin kuştin beriya bûyerê hatibûn destgîrkirin û ji ber ku dixwestin dest ji cerdevaniyê berdin gef li wan hatibû xwarin. Ji darizandina li Tirkiyeyê encamek derneket. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Tirkiye mehkûm kiribû. Wezîrê dewletê yê wê demê Adnan Ekmen piştî 13 salan dabû xuyakirin ku komkujî ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye kirin.