Nûjiyan Bagok behsa berxwedana Nisêbînê kir

Nûjiyan Bagok, şervana ku berê çûbû Nisêbînê û tevlî berxwedana 80 rojî bûyî û di koma dawî de bû, ya ku ji Nisêbînê derketî, ji çiyayên Kurdistanê behsa wan rojan kir.

Çiya û bajarên Kurdistanê gelek qehreman dîtine. Gelek şervan li çiyayên Kurdistanê û li bajaran jiyane, çek şixulandine, xwîn rijandine û can dane. Gelek berxwedan bi van çiyan û bajaran hatine bibîranîn, bûne xwedî nasname û ji siberojê re mane. Bajarê serhildanan Nisêbîn û şervanan jî li dîrokê navê xwe nivîsîn. Em ji şivereyên bi berfê hatine girtin dixwazin li şahidiya van berxwedêran guhdar bikin. Yek ji şahidan, Nûjiyan Bagok, behsa berxwedana Nisêbînê dike ku dewleta Tirk 14'ê Adara 2016'an bi desteka hewayî şer lê dabû destpêkirin û hemû hêmanên şerê taybet li dij dabû şixulandin.

'DIVIYA LI DIJÎ ÎMHAYÊ ME BIGOTA, 'NA'

Bagok bibîr xist, li dijî êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê, li dijî îmha û komkujiyan diviya 'na' bihata gotin û ji bo vê jî pêdivî bi berxwedaneke mezin hebû û ji 2015'an ew li Nisêbînê bû.

PÊŞÎ BI KEVIR Û MOLOTOFAN

Bagok got, destpêkê wan tax diyar kirin, barîkat danîn, li pişt barîkatan jî hendek danîne û piştre jî ji bo ku di kuçeyan de bi rehetî biçin û bên di navbeyna kuçeyan de tûnel çêkirine û heta Adarê jî haziriyên barîkat û tûnelan domandine. Bagok diyar kir destpêkê tenê bi kevir û molotofkokteylan nehiştine ku hêzên Tirk têkevin taxan û domand, ''Lê piştî ku dijmin bi hemû teknîkê êrîş anî ser me, ji bo ku em taxên xwe biparêzin, em bêgav man ku çend çekan bi kar bînin.''

'ME ZANÎBÛ KU WÊ BERÊ XWE BIDIN NISÊBÎNÊ'

Bagok got wan berxwedana Kurdan a li Cizîrê, Sûr, Şirnex û bajarên dîin dîtine, piştî komkujiya Cizîrê wan zanîbû ku wê berê xwe bidin Nisêbînê û domand: ''Lê her çi jî bibûya me yê serê xwe netewanda. Bi gelê xwe re, li dijî êrîşên dijmin me giyanê berxwedanê nîşan da. Çalakiyên me geş bûn. Bi giştî cihê ku dijmin lê bû, me li dijmin dixist û em diçûn qadên xwe. Heke êrîşeke dijmin bibûya, me yê qadên xwe, taxên xwe biparasta. Heta Adarê wiha bû. Lê 13'ê Adarê dewleta Tirk li Nisêbînê qedexeya derketina derve ragihand. Me jî taxa Koçeran, Gelhat, Elîka, Qijle û Kanîka zevt kir. Dijmin pêşî êrîş anî ser taxa Kanîka. Av û kahreba li ser vê taxê qut kir. Piştre jî bi hawan û obûsan li taxê xist.''

SENDROM Û BERXWEDANA NISÊBÎNÊ

Bagok diyar kir, dema ku berxwedanê dest pê kirî wan li dijî POH, JOH û çeteyên Sûriyê şer kirine û domand, ''Li gel hemû êrîşan jî artêşa Tirk li bara berxwedêrên bi fermandariya Şehîd Kawa ''Sendroma Nisêbînê'' jiya. Artêşa Tirk li bara berxwedana me kete psîkolojiya şikestinê. Ji ber windahiyên komên ku dijhatin, dikir ku komên din jî li Nisêbînê nemînin. Êdî artêşa Tirk a faşîst ji şervanên Kurd ditirsiya. Dewleta  Tirk bi balafirên şer Nisêbîn bombe kir, çare di vê de dît.''

'FERMANDARÊ BERXWEDANÊ: XEBATKAR'

Bagok got dema berxwedana Nisêbînê hîsên cuda yên mîna tolhildan, azadî, coşî û moralê di nav hev de dijiyan û gotin anî ser Xebatkar: ''Xebatkar hevalekî wiha bû ku rê dide ber avaniya xwe, moral dida û motîve dikir. Hevalan bi taybetî bi dilsoziya Xebatkar a bi partiyê û şehîdan pir moral distandin. Hevalê Xebatkar, dema ku em vekişiya bûn hem ji piyê xwe û hem ji newqa xwe birîndar bûbû. Êvar ku me biryara vekişandinê standî, ji hevalên xwe re ku bi hev re diman, gotibû bila isrehetê bikin. Lê hevalê Xebatkar li gel ku birîndar bû jî, got, ''Hûn razin, sibe hûn ê li ser rawestin bê ka em ê çawa ji vî bajarî derkevin. Ji bo vê jî divê hûn bêhna xwe bidin'' û tevahiya şevê nobet girt. Lê ji ber ku birîndar bû, bi fikra ku wê ji hevalan re bibe bargiranî, xwe feda kir û xwest ku çar hevalên li cem min bjîn û xilas bibin.

DEMÊN VEKIŞANDINÊ

Bagok got, dawiya berxwedanê li bajêr tevahî 35 kes mabûn, xwe kiribûn kom û ketibûn stareyan û domand: ''Hevalên li taxa Elîka rêyek dîtibûn û xwe gihandibûn çiyê, gerîla. Ji ber ku ti agahî ji me nestandibûn, du heval şandibûn taxa ku em lê û xwestibûn ku em vekişin. Koma pêşî ya ji 6 kesan pêk hatî ji cem me derket. Di nav vê komê de du hevalan xwe gihandin hevalên din. Em 13 heval man. Dijmin dîsa qedexeya derketina derve ragihand û xwest dîsa taxan bi dest bixe, dema ku em li rê digeriyan ku ji bajêr derkevin, komeke me bi dijmin re kete şer. Ji vê komê hin heval şehîd bûn, hin heval birîndar bûn û hêsîr ketin. Çend hevalan jî xwe gihandin hevalên li çiyê. Em di koma pêşî de bûn. Bi mehan ji bo ku em berxwedana Nisêbînê ji dîrokê re bihêlin, me xeleka dijmin li pey xwe hişt û em gihan hevalên xwe.''

Berxwedana Nisêbînê 14'ê Adara 216'an dijwar bû û heta 3'yê Hezîrana 2016'an domand. Piştî ku ji Nûjiyan Bagok, ku yek ji wan şervanan bû ku derbên giran li artêşa Tirk dan, vîn û baweriya jiyana azad a Kurdan nîşan dan, me li berxwedana dîrokî guhdarî kir, em rêwîtiya xwe didomînin.