Nûda: Têk çûye, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda destnîşan kir ku gerîla bi ser dikeve, dewleta Tirk jî têk diçe, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne. Hêvî Nûda got, divê bikaranîna çekên kîmyewî normal neyê dîtin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de sûcên şer ên dewleta Tirk û têkçûna artêşa Tirk a li hemberî şerê gerîla nirxand.

Hêvî Nûda anî ziman ku meseleya bikaranîna çekên kîmyewî mijareke gelekî cidî ye û got, "Ne tenê gerîla yan jî Kurdan eleqedar dike. Eger pêşî lê neyê girtin wê li ser gelên herêmê û mirovahiyê encamên xwe gelekî giran be.

Bikaranîna çekên kîmyewî qaşo di nava hiqûqa şer a navneteweyî de weke sûcekî hatiye pênasekirin û qedexekirin. DYE'yê bi vê hincetê Iraq dagir kir, Saddam darizand. Her wiha yek ji sedemên esasî yên helwesta li dijî rejîma Esad a li Sûriyeyê jî îdîaya li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî muxalîfên rejîmê ye. Bi îdîaya ku Îran hewl dide çeka nukleerê çêbike, ambargo lê tê ferzkirin. Gelek mînak hene ku di sedsala 20'an de û vê demê qewimî ne. Ya ku em dixwazin esasî destnîşan bikin ew e ku çekên kîmyewî û nukleerî çeka esasî ya hêzbûyîna hegemon a vê serdemê ne. Tê xwestin ku bi van çekan komkujî bêne kirin, çav bêne tirsandin û hêzên din ên alternatîf bêbandor bêne kirin.

Bêguman di vê mijarê de standarta darizandinê ya hiqûqa navneteweyî li gorî berjewendiyên emperyalîst tê diyarkirin. Bİ esasî hêzên hegemon ên navneteweyî li dijî çeka nukleer û kîmyewî nînin, ji bo wan a girîng ew e ku ev çek di destê kê de ye, xizmetê ji berjewendiyên wan re dike yan na. Lewma çekên kîmyewî, çekên taktîk nukleer ên dewleta Tirk a faşîst li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, bi temamî sûcê şer e, li dijî hiqûqa navneteweyî û exlaqê civakî û mirovî ye.

Bikaranîna van çekan di heman demê de nîşan dide ku artêşa Tirk a mêtinger ji aliyê taktîkî ve qediya ye, bi teknîka xwe ya heyî ya şer nikare bi gerîla. Lê belê esasê pirsê ew e ku faşîzma Tirk dixwaze bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer polîtîkaya xwe ya ji bo qirkirina Kurdan temam bike û hêzên navneteweyî vê yekê ji nedîtî ve tên, bi vî rengî piştgiriyê didin."

'BERXWEDANA GERÎLA BANGA JI BO MIROVAHIYÊ YE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda desnîşan kir ku hêzên navneteweyî, hêzên herêmî û gelên bindest divê zanibin ku çekên kîmyewî û taktîk nukleer ên dewleta Tirk a faşîst li dijî gerîla bi kar tîne wê ne tenê îro û ne tenê li çiyayên Kurdistanê bimîne û wiha dewam kir:

"Gerîla bi îardeyeke gelekî mezin, bi fedakarî û pisporiya taktîk-teknîkê bi rengekî awarte li ber xwe dide. Ev yek ne ji bo propagandayê tê gotin. Navê xwe li ser e; çekên kîmyewî. Bêyî îradeya te dikare te bêbandor bike. Lewma berxwedana gerîla ya di vê demê de bi îradeyeke awarte tê kirin.

Gerîla bi hişmendiyeke mezin a azadî û mirovahiyê li ber xwe dide, şer dike. Ji aliyê faşîzma Tirk jî ev yek şerkirin nîne; zexeliya wê yekê ye ku bêyî şer bike li pey serketinê ye. Şer xwedî pênaseyekê ye. Êrîşa faşîzma Tirk dûrî ji pênaseya şer e û vê pênaseyê vediguherîne rewşeke bêqanûn, bêpîvan, bêsînor. Ji vê jî xerabtir, vê yekê normal dike, rewa dike. Ev rewş ji bo mirovahiyê xetereyeke gelekî mezin e. Gerîlayên me li dijî faşîzma serdemê, bi îradeyeke awarte nirxên mirovahiyê diparêzin; nirxên azadî, wekhevî, edalet, hezkirin, hevaltî, welatparêzî û hezkirina ji xwezayê diparêzin. Ev têkoşîna gerîla bang li her kesî ye ku têkoşînê û nirxên mirovî bilind bikin. Her kesên xwedî wijdan divê vê bangê bibihîze, tevlî bibe û ji bo pêşî li bikaranîna çekên taktîk nukleer û kîmyewî bê girtin, bibin hêza çalakiyên civakî."

'DIVÊ TEQEZ PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN'

Hêvî Nûda diyar kir ku eger îro li ber faşîzma Tirk helwest neyê nîşandan û pêşî lê neyê girtin, ji aliyê armancên xwe yên hegemonîk ên herêmî ve wê karibe bi hêsanî li dijî Ereb, Suryan, Ermen, Çerkes, Laz û gelên din; li dijî çîna bindest, mezheban, jinan û hemû cihêrengiyan bi kar tîne.

Bi dewamî Hêvî Nûda got, "Eger îro li çiyê bi kar tîne, sibe wê li bajaran jî bi kar bîne. Me di hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re dît ku dewleta Tirk ji bo armancên xwe yên hegemonîk dikare di kîjan astê de hovîtiyê bike. Ev yek di dema nêz de qewimî, tê bîra her kesî. Dewleta Tirk nebûya DAÎŞ ewqasî xurt nedibû, bandor li herêmê nedikir. Lewma divê teqez pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin. Bi ti awayî divê neyê qebûlkirin û li her derê helwest bê nîşandan.

Di vê mijarê de ji kesên xwedî hesta berpirsyariyê, welatparêz, dost û şoreşger-demokratan înisiyatîfên herêmî û navneteweyî dikarin bêne avakirin, çalakî dikarin bêne lidarxistin. Di serî de OPCW divê zext li ser saziyên pêwendîdar ên navneteweyî bê kirin, bikin ku bikevin nava liv û tevgerê. Lewma nobeda xizmekî gerîlayan a li ber OPCW helwesteke gelekî bi wate ye. Vê çalakiyê silav dikim û bang li xelkê me yê li Ewropayê dikim ku xwedî li vê çalakiyê derkeve û xurtir bike."

'BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ NABE KU NORMAL BÊ DÎTIN'

Hêvî Nûda got, "Divê her kes baş zanibe ku bikaranîna çekên kîmyewî normal nîne. Rewakirina vê yekê tê wê wateyê ku paşeroj rastî hêzên hegemon ên faşîst bê kirin. Eger pêşî li vê hêzê bêkontrol neyê girtin, paşeroja kesî garantî nîne. Eger neyê astengkirin û bê normalkirin, hingî li ser paşeroja zarokên me, jinan, mêran, civakê û xwezayê xetereyeke mezin heye. Ji ber vê yekê mesele ne tenê xwedîderketina li gerîla ye, mesele hem xwedîderketina li gerîla ye, hem jî misogerkirina siberojê, jiyana civakî û xwezayî ye."

Endama Koordînasyona KJK'ê bang li mirovahiyê bi taybetî jî jinan kir ku li dijî vê yekê têkoşînê mezin bikin.

'DEWLET TÊK DIÇE, LEWMA HEWL DIDE BEREVAJÎ BIKE'

Hêvî Nûda wiha dewam kir, "Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê yê 56'emîn Henry Kîssînger, ku encamên şerê Vîetnamê baş dît, wiha got 'Gerîla heta ku têk neçe, qezenç dike. Hêzên kevneşop jî heta ku bi ser nekeve, winda dike'. Bi vî rengî rastiya gerîla ya têk naçe, raxist pêş çavan. Îro li Kurdistanê gerîlayên Apoyî di sala 38'an de li hemberî êrîşên bi çekên giran winda nakin, têk naçin û serketina xwe nîşan didin. Hêzên artêşa dewletê ya kevneşop jî hewl dide têkçûna xwe ya 38 salan bi bikaranîna çekên taktîk nukleer û kîmyewî binixumîne, rewşê berevajî bike. Divê têkneçûna gerîlayên HPG û YJA Starê di sala 38'an de bi serhildana bi rûmet a gelê me re bibe yek û pêşî li serketinê bê vekirin. Îro herî zêde pêwîstî bi vê yekê heye."