Nûçegihaniya JINHA'yê 'sûc' hat nîşandan!
Di gilînameya dozgeriya Tirk de, ku li dijî nûçegihana JINHA'yê Aysel Işik hat amadekirin, parvekirinên li medya civakî û nûçegihaniya JINHA'yê sûc hatin nîşandan.
Di gilînameya dozgeriya Tirk de, ku li dijî nûçegihana JINHA'yê Aysel Işik hat amadekirin, parvekirinên li medya civakî û nûçegihaniya JINHA'yê sûc hatin nîşandan.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Aysel Işik, ku ajans ji aliyê KAP-MHP'ê ve hat girtin, li Şirnexê di 21'ê Mijdara 2016'an de di dema şopandina nûçeyê de hat binçavkirin. Işik ku di heman demê de xwendekara Zanîngeha Şirnexê ye, parvekirinên wê yên li medya civakî weke sûc hatin nîşandan û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Işik ji Girtîgeha Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmara 2. a Rihayê hat kirin. Gilînameya li dijî wê dihat amadekirin, temam bû.
Di vê gilînameyê de, nûçegihaniya JINHA'yê weke sûc hat nîşandan. Rûniştina doza li dijî Işik hatiye vekirin, wê di 1'ê Adarê de li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Şirnexê pêk were.