Nûçegihanên derve li dijî tecrîdê name ji hevpîşeyê xwe re şandin

Nûçegihanên derve bi mebesta hevgirtinê name ji hevpîşeyê xwe re şandin ku li Girîgeha Nimro 9 a Silîvrî tecrîd li ser wan hatiye danîn.

Nûçegihan li ber Postaxaneya Kadikoyê li hev civiyan, wêneyên nûçegihanên Silivriyê hilgiritn, ji nûçeginan re azadî xwestin.

Di çalakiyê de nivîskar Necmiye Alpay, wekîlê Stenbolê yê CHP’ê Bariş Yarkadaş jî hazir bûn.

Gulşah Karadag daxuyanî xwend û got, Tirkiye ya ku bi kêmanî 148 nûçegihan di zindanê de weke ‘’mezintirîn girtîgeha nûçegihanan’’ pênase kir. Karadag diyar kir ku li Girtîgeha Nimroa 9 a Silivriyê li ser nûçegihanan tecrîd heye, mafê ku nûçegihan nameyan bistînin, nameyan bistînin hatiye binpêkirin ji bilî xizmên wan ên pêşî û parêzeran nahêlin ku kes wan bibîne. Karadag got, nûçegihan ‘ji bo ku li pey heqîqetê ne û nûçegihanî kirine’’ di girtîgehê de ne û got: ‘’Ên ku Ahmet Şik ku ispat kiribû FETO  di dewletê de birêxistin dibe ispat kiribû, niha çavê wan ew qasî sor bûne ku Ahmet Şik ji FETO digirin. Ên ku duh digotin em xapiyan û şerma vê dijîn sibe jî wê şerma vê bijîn. Em li cem nûçegihan  û nûçegihaniyê ne.’’

Piştî axaftinan nûçegihan çûne postexaneyê û name şandin.