Nûçegihanê ku ji ber her nûçeya xwe ketiye ber lêpirsînê

Oktay Candemîr ku 15 sal in karê nûçegihaniyê dike, hema bêjin ji ber her nûçeyeke xwe ketiye ber lêpirsînê. Candemîr ji ber nûçeyên xwe 2 salên dawî 24 caran îfade da.

Bi pêkanînên rewşa awarte yên şidandî re hemû mafên demokratîk ên li Kurdistanê hatin betalkirin. Rojnamevan û nûçegihanên ku li ser binpêkirina mafên mirovan nûçeyan çêdikin, bûn hedefa sereke ya dewletê. Ji salên 1990'î û vir ve bi dehan xebatkarên medya Kurd hatin kuştin, bi sedan hatin girtin û êşkence li wan hate kirin.

Tevî şîdet û zexta dewleta Tirk jî, xebatkarên medya Kurd hîn jî rastiyan dinivîsînin.

Oktay Candemîr ku 15 sal in li herêma Serhedê nûçegihaniyê dike, salên dawî ji ber her nûçeyeke xwe kete ber lêpirsînê. Nûçegihan Candemîr di operasyonên bi navê 'Li dijî KCK'ê hatin kirin hate girtin û salekê li girtîgehê hate hiştin.

Candemîr du salên dawî neçar ma ku 24 caran biçe emniyetê û îfadeyê bide. Der barê hin dozên li Candemîr hatin vekirin de biryara neşopandinê hate dayin. 3 doz jî bi beraatê qediya. Di dozekê de salek û 6 meh ceza lê hate birîn. 4 doz jî hîn dewam dike.

LI WÊNEYÊN NÛÇEYA KU JÊ BERAAT KIR, LÊPIRSÎNEKE NÛ HATE VEKIRIN

Dozgerên Tirk hîn bêhtir dan nav û wêneyên nûçeya ku Candemîr jê beraat kiribû ji xwe re kirin hincet û piştî 3 rojên biryara beraatê, lêpirsîneke din vekirin.

Walî Mûrat Zorlûoglû, Parlamenterê AKP'ê Osman Nûrî Gulaçar û Şaredarê Tûşbayê yê AKP'î Fevzî Ozgokçe gelek caran giliyê Candemîr kirin.

Nûçeyên Candemîr ên li ser daxuyaniyên çapemeniyê yên HDP'ê jî weke "propaganda rêxistinê" tên dîtin û dibin mijara dozê. Carekê li Emniyetê ji Candemîr pirsîn bê çima di Newrozê de wêneyê posterê Ocalan kişandiye.

DI DEMA ÇÊKIRINA NÛÇEYAN DE GEF LÊ TÊ XWARIN

Nûçegihan Oktay Candemîr diyar kir, dozên lê hatine vekirin bi fermana burokasiya dewletê ya li Wanê hatine vekirin û bal kişand ser zexta giran a lê tê kirin. Candemîr anî ziman, AKP û qeyûm bi destê polîs û dadgeriyê hewl didin pêşî li karê rojnamevaniyê bigirin û got, di dema amadekirina nûçeyan de polîs gefan li wî dixwin.