Nûçegihana MA’yê Seda Taşkin hate binçavkirin
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Seda Taşkin li Mûşê di dema şopandina nûçeyê de hate binçavkirin.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Seda Taşkin li Mûşê di dema şopandina nûçeyê de hate binçavkirin.
Seda Taşkin ku li Mûşê nûçe dişopand bi hinceta ‘di derbarê wê de îxbareke cîddî heye’ hate binçavkirin.
Li navenda Mûşê Seda Taşkin di dema ku nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve rêya wê hate qutkirin û piştî lêgerîna çenteyê wê polîsan dest danîn li ser wêne û dîmenên di makîneya fotoyê de û Taşkin ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Taşkin birin Midûriyeta Emniyetê a bajêr.