Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 546’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê ku malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve hat qetilkirin, di roja 546’emîn de ye.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe 546’emîn de dewam kir. Dayik û kurê xwe serê sibehê hatin ber Edliyeyê.

Malbatê bi “Pêşengeha Edaletê” ku ji wêneyên di dema Nobeta Edaletê de hatin kişandin pêk tê, dest bi nobetê kirin.

Ferît Şenyaşar wiha got: “Şênî û dozgerên ku her roj tên edliyeyê jî dibînin ku neheqiyek heye. Çima ev edalet nayê bicihanîn. Cîhanê dengê me bihîst. Em dixwazin daraz edaletê bi cih bîne. Temenê dayikê ji 65 salî zêdetire û nexweş e. Dibêje; ‘heta kurê min Fadil Şenyaşar neyê, ez ji ber edliyeyê naçim. Eger ez bimrim jî bila li ber edliyeyê bimirim.’ Bila her kes vê hawarê bibîne. Ev şerm, şerma rayedarên dewletê hemûyan e. Şerma her kesên ku qala darazê dikin e. Em edaletê dixwazin, bila qanûnên nivîskî bên bicihanîn.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî wiha got: “Destê xwe li ser darazê rakin ku bila edalet were bicihanîn! Ev zilma 546 roj in li ber Edliyeya Rihayê pêk tê bi dawî bibe.”