Nobeta Edaletê salek li pey xwe hişt

Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan dabûn destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke girseyî hate dayîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ligel ku cezayê wan qediyane û nayên berdan li Amedê dane destpêkirin salek li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî ku li ber Edliyeya Amedê kom bûn, têkildarî çalakiya salvegera ewil daxuyanî dan.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Jinan a Rosayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê, Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Nûnertiya DÎSK’a Amedê  û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler spasiyên xwe pêşkeşî kesên tev li çalakiya wan bûne û wiha got: “Deriyek nema ku me lênexist. Tişta ku em ji dewletê dixwazin edalet e. Bêedaletiyê ava nekin.” Guler, da zanîn ku piştî ku dest bi çalakiya nobeta edaletê kirin girtî tî û birçî hatin hiştin û wiha berdewam kir: “Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em ê her tim li cem girtiyên xwe bin. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”  

 MAFÊ TENDIRUSTIYÊ YÊ GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran jî diyar kir ku girtîgeh birînên ne kewandî yên Tirkiyeyê ne û wiha got: “Girtî bi nameyan xwe digihînin me. Binpêkirinên mafan ên dijîn ji me re radigihînin. Em dibinin ku mafê xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin.” Tûran, qala rewşa girtiyên nexweş kir û wiha berdewam kir: “Tevî ku saziyên tenduristiyê raporan didin jî nayên berdan û wiha got: “Divê Saziya Tiba Edlî (ATK) tena serê xwe biryarê nede, divê bi wergirtina nêrîna bijîşkên pispor rapor bên amade kirin. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan.”

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas jî mirina bi dehan girtiyên nexweş û bernedana bi sedan girtiyan bi bîr xist û anî ziman ku berxwedana dayikan mafdar e. Çakas, bang li desthilatê kir û wiha got: “Hemû kesan ev dengê edaletê bihîst lê deshilatê nebihîst. Vî dengî bibîhisin. Baran bibare jî lêgerîna edaletê didome. Em li cem vê lêgerîna edaletê têdikoşin. Bijî berxwedana zindanan.”

DIVÊ DAXWAZÊN MALBATAN BÊN BICIHANÎN

Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Serhat Eren jî diyar kir ku malbat havîn û zivistanê tevî sir û seqemê li ber girtîgeh, ATK’ê û edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Malbatên me yên dest bi nobeta edaletê kirin dixwazin pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî bibin. Pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin ne tene pirsgirêkên girtîgehan, pirsgirêkên malbatan, baroyan, saziyan û herkesên li welat dijînin. Têkoşîna mafên mirovan divê ji aliyê herkesê ve bê dayîn. Divê daxwazên mafdar ên malbatan demildest bên bicihanîn.”

Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûn a dû re metna çapemeniyê xwend, da zanîn ku çalakiya nobeta edaletê ya malbatên girtiyan salek li pey xwe hişt û bal kişand binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin. 

Vûrgûn, raporên ku ATK’ê ji bo girtiyên nexweş dide bibîrxistin û wiha got: “Divê ji bilî ATK’ê raporên nexweşxaneyên baş û nexweşxaneyên zanîngehê jî bên qebûlkirin. Divê ATK were guhertin û bibe saziyeke serbixwe û yekalî. Divê daxwazên girtiyên nexweş bên bicih, girtiyên nexweş bên berdan.”