Nobeda Demokrasiyê: Heke Kurd bibin yek wê bi ser bikevin

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê kete roja 44'an. Di axaftinên çalakiyan de hate gotin Kurd bi berxwedanê heta îro hatine û ku bibin yek wê bi ser bikevin.

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî darbeya qeyûm ev 44 roj in li Amedê li Kolana Liseyê didome. Îro Hevşaredar Selçûk Mizrakli, wekîlên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, rêxistinên ciwanan bi sedan kes hazir bûn. Di nobetê de stran hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin.

'BI BERXWEDANÊ EM LI SER PIYAN IN'

Hevseroka Bajêr a Amedê ya HDP'ê Hulya Alokmen Uyanik axivî û got li Meclîsê, ku îro wê vebe divê ne li ser şer, li ser aştiyê were axaftin. Serokê Komeleeya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat jî Kurdên ku ev bi sedan sal in têne înkarkirin bi berxwedanê li ser piyan mane û got, ''Bila Kurd bibin yek, êdî bes e. Li her deverê zext li ser Kurdan tê kirin, li dijî zextê em bibin yek û li ber xwe bidin. Heke em bibin yek bi mîsogerî em ê bi ser bikevin.''

Serokê Şûbeya Amedê ya 78'an Ganî Alkan jî got qeyûm a ku vîna gel desteser kirî derb li demokrasiyê dane û got ji bo ku qeyûm biçin divê têkoşîna were geşkirin.

'EM BI HEV RE LI DIJ RAWESTIN'

Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana jî got berxwedana ku ev 44 rojan didome ew aniye qadê û diyar kir, ''Ji bo me ya esasî destkeftiya Kurdan e. Li dijî êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan em bi hev re rawestin.''

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan dest pê kir.