Nobeta Dadê ya ji bo girtiyan didome

Hevserokên HDP'ê yên Amedê serdana Nobeta Dadê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê kirin. Çalakgeran gotin ew ji bo çalakgeran dadê dixwazin.

Nobeta Dadê ya li Baroya Amedê di roja 20'an de didome. Malbatên girtiyan dixwazin girtiyên nexweş bêne berdan û girtiyên ku cezayên wan qediyane werin berdan.

Xizmên girtiyan Feyziye Kolakan, Incî Guler Altindag, Hasîne Guler, Reşayet Adar û Hakkî Boltan jî tevlî çalakiyan bûn.

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy û gelek dilxwazên partiyê serdana çalgeran kirin.

Xizma girtiyan Hasîne Guler got rewşa girtiyên ku ew bi wan re ketine têkiliyê ne baş e.

Guler got, ''Kurê min dibêje daxwaznameyên ku ew didin nayên qebûlkirin. Ev rewş berevajî dadê ye. Beriya niha jî me daxwazname da, da ku zarokên me werin girtîgeheke nêzîk lê ti daxwaza me bi cih nehat. Dema ku bi ser koxuşan de digirin ji ber tiştên kelevajî ceza li wan dibirin.''

Hevserok Zeyad got jî got, ''Dayikên me rûmeta me ne .Têkoşîn ne tenê têkoşîna xizmên girtiyan e'' û bi berdewamî diyar kir çi kesê xwedî ûcdan divê piştevaniya malbatan bike.

Ceylan wiha domand: ''Nêzîktêdayina li girtiyan ne ûcdanî ye. Heke em ji dengê girtiyan re bibin deng nikarin vê zilmê bikin. Heke em têbikoşin wê girtiyên nexweş werin tedawîkirin. Nehiqûqiya mezin li girtiyên nexweş dibe. Înfaza girtiyên ku ev 30 sal in girtî ne tê şewitandin û wan bernadin. ''

Hevserok Atasoy jî diyar kir li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê faşîzm sazûamnî bûye, nêzîktêdayina li girtiyên siyasî cihê ye û ne hiqûqî ye ku girtiyên nexweş girtî bimînin.

Xizmê girtiyan Hakkî Boltan jî got, ''Em ji bo her kesî dadê dixwazin.  Daxwaza me ji bo hemû Tirkiyê ye. Çi kesê dilxwazê dadê divê destekê bide nobetê. Dewletê heta niha nepirsiye bê ka em çi dixwazin. Li vir têkoşîna herî mezin dayik didin.''