'Nobeta Berxwedanê' ya HDP’ê kete roja sêyemîn
'Nobeta Wijdan û Adaletê' ya HDP’ê ku 25’ê Tîrmehê li Parka Ekîn Ceren a Amedê bi dirûşma "Em Ranewestin, Bibêjin Êdî Bes e, Faşîzmê Rawestînin" dest pê kir, kete roja sêyemîn.
'Nobeta Wijdan û Adaletê' ya HDP’ê ku 25’ê Tîrmehê li Parka Ekîn Ceren a Amedê bi dirûşma "Em Ranewestin, Bibêjin Êdî Bes e, Faşîzmê Rawestînin" dest pê kir, kete roja sêyemîn.
'Nobeta Wijdan û Adaletê' ya HDP’ê ku bi 10 wekîlan li Parka Ekîn Ceren a Amedê dayî destpêkirin kete roja xwe ya sêyemîn. Wekîl bi hilatina rojê re şiyar bûn, li parkê, ku polîsên Tirk ew dorpêç kiriye û nahêlin gel têkeve navê, meşiyan, paqijiya parkê kirin.
Wekîl piştî meşê li gel nûçegihanan taştêya xwe kirin.
Çalakî bi serdanên gel didome.