Nobeta berxwedanê kete roja duyan

Nobeta berxwedanê ya wekîlên HDP’ê dane destpêkirin kete roja xwe ya duyan.

Çalakiya Nobetê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li parka Amed Ekîn Ceren bi navê ‘Em ranewestin, ji faşîzmê re bibêjin êdî bes e’ kete roja duyan.

Wekîlên ku li gel hemû astengiya dev ji nobetê ne berdane ji duh ve tecrîd li ser wan heye. Polîs nahêlin ku gel biçin cem wekîlan, her wiha şevê din nehiştin ku betaniyan jî bidin wan. Piştî ku wekîlan li ber xwe dan betanî dane wekîlan.

Piştî ku ji bo ku wekîl bi kar bînin betanî û çend lêzimî anîne heta bi ber deriyê parkê polîsên li derdora parkê nehiştin ku lêzimî derbasî parkê bibin. Piştî ku polîsan nehiştin wekîlan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiya rûniştinê polîsan hiştin ku lêzimî derbas bibin. Di dema çalakiya rûniştinê de welatiyên ku li ber kolanê diçûn û dihatin destê xwe ji wekîlan re radikirin, polîsan jî hewl da ku mudahele li welatiyan bike.

Wekîlan li parkê tim civîn kirin û bernameya çalakiyê nîqaş kirin. Her wiha wekîlan stran jî strandin. Wekîl derengiya şevê hewl dan ku razin.

Wekîl berê sibehê rabûn, piştî sporê paqijiya parkê kirin. Piştî tatşê wekîlên gotinên dadmendî û ûcdanê dubar kirin û çalakiya xwe domandin. Girseya ku polîs nahêlin derbasî nav parkê bibin li dor parkê disekinin. Jinên ku li dor parkê disekinin dibêjin ne heftiyek lê salekê jî bidome ew ji ber parkê naçin.