Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 138’an de berdewam dike

Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatiye destpêkirin, di roja 138’an de berdewam dike.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Nobeta Azadiyê berdewam dike. Her 5 rojan carekê çalakvanên nû Nobeta Azadiyê dewr digirin. Nobeta Azadiyê di roja 138’an de bi koma 29’emîn berdewam dike.

Merasîma dewrgirtina nobetê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 28’emîn Cîhan Kaplan axivî.

Kaplan anî ziman ku ev demek dirêje agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Em niha nizanin ka rewşa Serokê me çawaye. Ji bo wê jî heta em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin, em ê di nava çalakiyan de bin û em ê çalakiyên xwe hîn berfirehtir jî bikin. Duh li aliyê Îmraliyê erdhej çêbû, ev erdehej ne xwezayî çêbûye, bi destê mirovan hatiye çêkirin. Dixwazin me fêrî bê Serokatiya me bikin. Me di ceribînin, bi salane heman rêbazê li ser me dide bikaranîn. Me sozek daye Rêbertiya xwe û em dîsa dubare dikin heta em Serokatiya xwe di nava xwe de nebinin, çi cûrên çalakiyan hebin, em ê ji bo Serokatiya xwe bikin. Em bag li raya giştî jî dikin ku demildest agahiyekê ji Rêbertiya me bigire.  Yan jî bila CPT biçe Îmraliyê û hevdîtinekê bi Rêbetiya me re pêk bîne. Em ji rewşa Rêbertiya xwe bi fikrain. Em bang li gelê Kurd yê her çar aliyê Kurdistanê jî dikin bila dakevin qadan.”

Piştî axafinê, Nobeta Azadiyê bi dirûşmeyên ”Bijî Serok Apo” û ”Bê Serok jiyan nabe” dewrî koma 29’emîn hat kirin.