Nobeda xelkê Şengalê kete roja 40'î

Xelkê Şengalê, ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Şengalê kon li ber navenda asayîşê vedaye, 40 roj in li ber xwe dide.

Konê ji bo xwedîderketina li asayîşa Şengalê, bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hate vedan.

Çalakiya ku piştî hewldana destwerdana leşkerî ya artêşa Iraqê dest pê kir, 40 roj in dewam dike.

Li gel nobedaran, rojane bi sedan kes ji gund û navçeyên Şengalê serdana konê berxwedanê dikin.

Endama Meclîsa Jinan Emîne Hecî bal kişand ser girîngiya asayîşê ji bo hebûna civaak Êzidî û got, "Eger tenê li me dayikan mabe jî em ê ji bo xweseriya Şengalê û îradeya xwe li ber vî konê rûmetê li ber xwe bidin."

Ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina peymana rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve, xelkê Şengalê ji ber ku bêyî hebûna wan li ser çarenûsa wan peyman hatiye mohrkirin, dadikevin qadan, bi çalakiyên cihêreng û karê dîplomasiyê li ber vê lihevkirinê radibe.