Nobeda li ber Asayîşa Êzidxanê di roja 42'an de ye

Nobeda xelkê Şengalê ya li ber Asayîşa Êzidxanê pêk tê, di roja 42'an de ye.

Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê ya li Şengalê konê nobedê vedaye û xwedî li asayîşa xwe derdikeve.

Çalakiya ku îro di roja 42'an de ye bi beşdariya endamên meclîs û saziyên Şengalê dewam dike.

Ji gund, bajarok û navçeyên Şengalê rojane gelek kes serdana çalakiyê dikin.

Armanc ji vê çalakiyê ew e ku di serî de Asayîşa Êzidxanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hemû saziyên xwe ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve bi rengekî fermî bê qebûlkirin.