Nobeda Azadiyê bi koma ji Essenê dewam dike

Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê neh sal in ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê bi komeke nû ya ji bajarê Essen ê Elmanyayê dewam dike.

Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji 15'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 464'an de bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya ku her hefte bi komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Essenê yê Elmanyayê ve dewr hate wergirtin.

Koma vê hefteyêe ji Îbrahîm Polat, Mazlûm Hasan û Feteh Cîrît pêk tê.

Îbrahîm Polat bi navê komê daxuyanî da û bal kişand ser komkujiyên li dijî gelê Kurd, êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Azadiya Rêber Apo mifteya çareseriyê ye."

Polat got, "Azadiya gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de bi wate dibe" û wiha dewam kir, "Ewropa ku îdîa dike ew parêzvanê demokrasî û azadiyê ye, dema mijar dibe Kurd û Rêberê me polîtîkayeke berevajî dimeşîne." Îbrahîm Polat got, "Bi navê gelê Kurd em dibêjin ku heta azadiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Îbrahîm Polat diyar kir ku daxwazeke Kurdan ji Ewropayê nîne, tenê bang dike ku piştgiriya aborî, siyasî û leşkerî nede dewleta Tirk û bang li gelê Kurd jî kir ku xwedî li çalakiyan derkevin."