Nobeda Amed di roja 43’an de ye: Heta qeyûm biçin…!

Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 43’an de ye. Di çalakiyê de banga girêdanbûna bi berxwedanê re hate kirin.

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 43’yan de berdewam kir. Çalakî li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, parlementerên HDP’ê, hevşaredar û endamên meclîsê yên 17 bajaran, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA, rêxistinên ciwanan û gelek welatî beşdarî nobeta îro bûn. Girseyê di nobedê de dirûşme berz kirin û li çepikan xistin. Piştre daxuyanî hat dayîn.

‘LI DORÎ BERXWEDANÊ BIBIN YEK’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, daxuyanî da û got: “Heya ku qeyûm herin em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em bang li gel dikin ku li dora vê berxwedanê bibin xelek. HDP’ê kampanya dabû dest pêkirin û eleqeyek mezin ji bo kampanyayê heye.”

‘GAV BI ŞÛNVE NAVÊJIN, WÊ BIÇIN…’

Hevşaredarê HDP’ê yê Colemêrgê Cîhan Kahraman jî, li ser navê hevşaredarên beşdarî nobedê bûn axivî û wiha bilêv kir: “Îro 43 roj in berxwedan dewam dike. Di dîroka berxwedana gelê Kurd de, kevneşopiyeke berxwedanê ya Şêx Saîd û Seyît Riza heye. Vê kevneşopiyê ti carî gav paşve ne avêt. Wê ne avêje. Niha jî em li dijî qeyûman li ber xwe didin û em ê ti carî paşve gav ne avêjin. Qeyûm wê teqez herin.”

Endama Meclîsa HDP’ê Mûkaddes Erdogan Çelik jî, da zanîn ku li dijî vîna gelê Kurd xweranagirin û wiha got: “Tayînkirina qeyûm pirsgirêka hemû jin, karker û gelane. Divê li dijî vê têkoşîna hevpar bê bi rêve birin. Ji bo vê yekê em bang dikin.”

Parlementera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz jî, dest nîşan kir ku ew ji bo demokrasiyê ev 43 roj in li qadane û got: “Li dijî polîtîkayên êrîşan ên sedsalan berxwedan dewam dike. Yên ku qeyûm tayînî vîna me kirin, bûn sedema kuştina mirovan. Tenê bi wesayîtên zirxî bi dehan mirov kuştin. Gelê Kurd îro bi hev re têkoşîna jiyanê dide û gelên Tirkiyeyê dadikevin qadan û piştgiriyê dide. Ev pir girînge. Teqez wê berxwedana me bi ser bikeve.”

 Piştî axaftinên hatin kirin, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.