Nisêbînê namzetên HDP'ê bi girseyî pêşwazî kir: Paşeroj a me ye!

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Nisêbînê bi rengekî girseyî hate vekirin. Namzetên HDP'ê li merasîmê axivîn û gotin, serketin nêz e.

Li taxa Bariş a Nisêbînê, ku di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê rejîma Tirk ve bi temamî hate hilweşandin, buroya hilbijartinê ya HDP'ê hate vekirin.

Beriya merasîma vekirinê, girseya gel li pêşiya navçeyê li hev civiya û tevlî konvoya HDP'ê bû. Namzetên HDP'ê li nava kolanên Nisêbînê bi nîşaneyên serketinê, çepik, tilîlî û dirûşman hatin pêşwazîkirin.

Li ber buroya hilbijartinê jî bi hezaran kes li hev civiyan. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Nisêbînê Ferhat Kût, Semîre Nergîz û namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk tevlî merasîma vekirina buroyê bûn.

Nergiz di destpêka merasîmê de axivî û got, "Bi coş û kelecana gel û ciwanên vî bajarî em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin."

Namzet Kût jî anî ziman ku hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji bo wan xwedî wateyeke cuda ye û got, "31'ê Adarê ew roj e ku li dijî hêzên ku îradeya gel ji destê wan girt, îradeya gel ji nû ve bi cih were anîn. Serketina me wê bibe têkçûna AKP û MHP'ê."

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Turk jî bi bîr xist ku Leyla Guven 109 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li gelemperiya dinyayê belav bûne. Turk çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.

Turk diyar kir, gelê Kurd di pêvajoyeke zehmet de ye û got, "Gelê me di vê demê de êşên mezin kişand û berdêlên giran da. Ev yek ji bo azadiya xwe kir. Em bi têkoşîna gelê xwe piştrast in. Niha lîstikên gelekî qirêj tên lîstin, lê belê gelê me wê di hilbijartinê de bersiva herî baş bide van lîstikan. Qeyûm li şaredariyên me tayîn kirin. Em ji vê derê ji dîktatoran hemûyan re dibêjin, em ji AKP'ê re jî ji qeyûman re jî dibêjin 'na'."

Turk got, tevî berdêlên giran hatine dayin jî paşeroja a wan e û wiha dewam kir: "Em ê van lîstikan hemûyan têk bibin û bigihêjin armanca xwe. Ne tenê Nisêbîn divê gelê Kurdistanê bi temamî ji bo paşeroja gelê Kurd xwe amade bike. Divê her kes zanibe ku em siyaseta heyî qebûl nakin. Em dibêjin, 31'ê Adarê roja me ye. Em wê wê rojê bersiva herî baş bidin qeyûman."