NÛ BÛ-Nifşê Nû û Goran girtina ofîsên Tevgera Azadî şermezar kirin

Koma Tevgera Nifşên Nû ya parlemontoya Kurdistanê û Koma Tevgera Goran a li Parlementoya Herêma Kurdistanê girtina ofîsên Tevgera Azadî şermezar kir.

Koma Tevgera Nifşên Nû ya parlementoya Kurdistanê derbarê girtina ofîsên Tevgera Azadî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Rêveberiya Silêmaniyê û hêzên YNK’ê çend roj berê biryarek dan a ku qada siyasetê ya azad tê astengkirin. Girtina ofîsên Tevgera Azadî û heqaretkirina li hin xwendekarên ku li Zanîngeha Silêmaniyê dixwînin, mînakên vî tiştî ne. Nêziktêdayînên wisa heta niha ji aliyê PDK’ê li Tevgera Azadî dihat kirin.

‘EM HERDU PARTIYAN ŞERMEZAR DIKIN’

Em van zextên li ser azadiyê, biryarên girtinan û herdu partiyan şermezar dikin ên ku xwe desthilatdar dihesibînin. Li gorî me ev tişt binpêkirina mafên mirovan e.”

Koma Tevgera Goran a li Parlementoya Herêma Kurdistanê têkildarî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da.

'GIRTIN NE YASAYÎ YE'

Di daxuyaniya de ev tişt hate gotin: "Girtina baregeha Tevgera Azadî birayarek siyasî ye û ne qanûnî ye. Li gorî destûra partiyan a di sala 1993’an de, Tevgera Azadî zêdetirî sê salane daxwaza destûrê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, lê bersiv nehatiye dayîn. Li gorî madeya 7’an ya yasayê dema partiyek serlêdan ji bo fermiyetê  kir û di demê hatî diyar kirin de bersiv nehat dayîn, wekî pejirandî tê qebûl kirin. Her wiha Tevgera Azadî ji Iraqê destûr xwestiye. Yanî tu pirsgirêkek yasayî nîne ku Tevgera Azadî were girtin. Ji bo wê em daxwaz dikin di demek zûde ev biryar bê rawestandin.”