Newroza Silopiyayê: Bijî Serok Apo

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Newroz hate pîrozkirin û dirûşma 'Bijî Serok Apo' deng veda.

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Newroz hate pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê pankarta bi nivîsa 'Bi ruhê Newrozê em xwedî li banga civaka demokratîk derdikevin, Newroz pîroz be' hate hildan. Jin, zarok û ciwan bi kincên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ciwanên ku li ber dahol û zirneyê govend gerandin tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriyan. Li gel êrîş û hişyariya polîsan jî li qada Newrozê tevahiya rojê dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna demokrasiyê destpê kir. Bi navê Komîteya Amadekar a Newrozê gel hate silavkirin. Piştre endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û kevok firandin ku nîşaneya aştî û azadiyê ye. Her wiha xwestin, Newroza îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Ji TJA'yê Ayşegul Ayaz diyar kir ku banga dîrokî ya Rêber Apo manîfestoya jiyana nû ya sedsala 21'ê ye û got, "Em xwedî li vê bangê derdikevin û divê em hîn bêhtir têbikoşin. Dema ku jin bê rêxistin dimînin li malê asê dibin, têne qetilkirin û tundî li wan tê kirin. Azadiya jinan azadiya civakê ye. Ji ber vê yekê divê em hîn bêhtir têbikoşin. Em ê civaka demokratîk bi têkoşîna jinan ava bikin."

Parlamenterên Şirnexê Newroz Ûysal û Mehmet Zekî Îrmez jî gel silav kirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî got, "Îro dirûşma 'Bijî Serok Apo' li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê liqadan deng vedide. Hûn xwedî li Birêz Abdullah Ocalan derdikevin. Birêz Ocalan nêzî 30 sal in dixwaze li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rêyeke nû, rûpelekî nû biafirîne. Şert û merc çi dibin bila bibin ti carî dest ji têkoşîna aştiyê, xwişk û biratiya gelan berneda. Botan amade ye, Botan dibêje xwişk û biratî, dibêje çareseriyeke mayinde. Ev Newroz navê jiyaneke nû ye. Tovên ku bi têkoşînê we beriya 50 salan çandin, îro şîn bûye û berheman dide. Divê hûn xwedî li vê derkevin."

Piştî axaftinan agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hate dadan.

Hunermend Mûrat Demîr û Koma Muzîkê ya Eyşe Şan hunera xwe pêşkêş kirin.