Newroza Cizîrê: Bi deh hezaran kesan peyama berxwedanê dan

Li Cizîrê ya bi ser Şirnexê ligel ku zextên dewletê hebû jî bi deh hezaran kes daketin kolanan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê û Zulkuf Gezen hatin silavkirin ê ku çalakiyeke fedaî kiribû.

Li Cizîrê ligel ku zextên leşker û polîsan hebû jî gel ji sibehê ve berê xwe da qada Newrozê.

Pîrozbahî li Taxa Konakê hate kirin û bi hezaran kesan bi sloganên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ dest bi pîrozbahiyê kirin. Di nava çend saetan de bi deh hezaran kes hatin qadê.

Beriya destpêkirina pîrozbahiyê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel hatin bibîranîn ê ku di dema ‘qedexeyên derketina derve de’ rejîma AKP’ê ew qetil kiribûn.

Di têketina qadê de polîsan nehiştin kesên ku cilên neteweyî li xwe kirine, têkevin qadê. Piştî hevdîtinan gel bi cilên neteweyî ketin qadê.

Parlementerê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz ê ku li sirgunê ye, peyamek ji gelê Cizîrê re şand û cejna wan a Newrozê pîroz kir.

Parlementerê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê ku di girtîgehê de ye, wî jî peyameke Newrozê şand.

Namzetên hevşaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û Mehmet Zirig derketin ser dikê û gel silav kirin Kûtlû got ku “Yên ku êrîşî ziman û çanda gelan dikin, ew ê tu carî bi ser nekevin.”

Namzetê hevşaredariyê Mehmet Zirig jî axivî û got ku, “Cizîr û berxwedan yek e. Li Cizîrê bi sedan Kawa rabûn. Cizîrê berdêleke mezin da lê ew ê dawiya vê berdêlê serkeftin be. Cizîr wê di 31’ê Adarê de bersiveke xurt bide vê zilmê.”

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî got ku “Cizîr bi berxwedana xwe ya salan bû rûmeta gelê Kurdistanê. Em ji vê derê silavên xwe ji Îmrali û girtîgehan re dişînin. Îro hevalên me di greva birçîbûnê de ne û tecrîdeke giran heye. Newroza îsal bû ya Zulkuf Gezen. Em sozê didin malbata Gezen û ya hemû berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne, em ê vê faşîzmê hilweşînin.”

Piştî axaftinan hunermend Hozan Hediye û Şiyar Berwarî derketin ser dikê.